Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, ragihand ku wan Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî û Fermandarê Basîcê Gulam Riza Suleymanî kuştiye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz derbarê geşedanên dawî yên têkildarî şerê bi hevkariya Amerîkayê li dijî Îranê didin meşandin daxuyanî da. Îsrael Katz destnîşan kir ku wan bi êrişekê Sekreterê Bilind ê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Laricanî û Fermandarê Besicê Gulam Riza Suleymanî jî kuştine.
Elî Laricanî û Gulam Riza Suleymanî di bingeha pergala ewlehî û siyaseta Îranê kesên girîng bûn. Herwiha Elî Laricanî piştî Xamaney di siyaseta Îranê de kesê herî girîng bû.

Îsraîlê destnîşan kir ku wan Fermandarê Besicê Gulam Riza Suleyemanî jî hedef girtiye. Îsraîl da zanîn di êrişê de Gulam Riza Suleymanî hatiye kuştin.













