Balafirên şer ên Îsraîlê Qesra Serokatiyê ya Şamê û Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê bombebaran kirin. Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê Îsraîlê Îtamar Ben Gvir bertek nîşanî komkujiyên li dijî durziyan da û got, “Divê Colanî were tunekirin.”
Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê herêma Qesra Serokatiyê careke din bombebaran kir. Lê derbarê encamên bomberanê de agahiyên zêdetir nehat zanîn.
Her wiha Televîzyona fermî ya Sûriyeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê, Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz bombebaran kiriye û wiha got: “Artêşa Îsraîlê ya dagirker herêma nêzî avahiya Serfermandariya li Qada Umewiyan ya li Şamê bombebaran kiriye.”
‘Divê Colanî were tunekirin’
Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê Îsraîlê Îtamar Ben Gvir bertek nîşanî êrîşên rejîma Sûriyeyê yên li ser Durzî da. Gvir di daxuyaniyek dîtbarî ya li ser medyaya civakî hate weşandin de got ku tiştê ku li dijî durziyan tê kirin komkujiyek e. Gvir behsa serokê rejîmê Ehmed el-Şara kir û got, “Tekane tiştê ku divê bi Colanî re were kirin ew e ku ew were tunekirin. Divê em serê mar jêkin.”