Di şerê li dijî Îranê de mijara ku herî zêde di rojeva cîhanê de ye mijar kuştina serok û fermandarên payebilind yen Îranê ye. Ji pêvajoya destpêkê heta niha di encama êrişên Îsraîlê û DYAyê de Rêberê Olî Alî Xamaneyî jî di nav de zêdeyî 40 rayedarên Îranê hatin kuştin. Heta niha Îranê ji lîsteya ku Îsraîlê ragihandî ya kuştiyan 17 kes piştrast kir, derbarê 21 kesên tên zanîn de jî hêj daxuyanî nedaye. Ligel vê yekê Îsraîlê herî dawî lîsteyek nû ya navên kesên bên kuştin aşkera kir. Li gorî pisporan ev yek di heman demê de şerek psîkolojîk e û di şer de wekî pîvana serkeftin û têkçûnê rol dilîze.
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 21an de berdewam dike. Ji destpêka şer heta niha Îsraîl û DYAyê li aliyekê binesaziya leşkerî, îdarî, ewlehî û pêşesazî ya Îranê hedef girtin û li aliyê din jî bi awayek sîstematîk rayedarên siyasî, leşkerî û burokrasiya Îranê hedef girtin. Amerîka û Îsraîlê bi siyaseta kuştina serok û fermandarê Îranê dest bi şer kirin. Di nava demeke kin de hejmareke zêde serok û fermandarên Îranê ji aliyê hêzên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê ve hatin kuştun. Hem kuştina hejmara zêde ya serok û fermandarê Îranê û hem jî sedemê kuştina vana ji pir aliyan ve tê nîqaşkirin.
Kuştina kesên payebilind û şoqa psîkolojîk
Siyaseta kuştina serok û fermandaran ji ber gelek sedeman pêk tê. Sedemên siyasî, leşkerî û derûnî sedemên sereke ne. Ji bo wê kuştina rayedarên payebilind pir lez bandora xwe li derdorê dike. Her du alî jî şoke dibin. Yek ji aliyê erênî ve û yên din jî ji aliyê neyînî ve. Di şerekê de encamên wisan morala serkeftinê bilind dike û morala têkçûnê jî dadixe asta herî jêr. Amerîka-Îsraîl di ser vê de şereke taybet dimeşînin. Dixwazin bandorê li ser raya giştî ya Îranê bikin da ku gelên Îranî li dijî rejîma Îranê “rabin ser piyan” û dest bi berxwedanê bikin. Ev dê çiqa pêk bê dê di nava demê de derkeve holê.
Armanca bandorkirina peywirdarên asta jêr e
Li gorî gelek pisporên ewlehiyê di vê siyasetê de mijara herî sereke mijara pîvana şer e. Siyaseta kuştina serok û fermandarên payebilind pîvaneke herî şênber a şer. Hêzên Îranê jî û hêzên Amerîka û Îsraîlê jî bi van êrişan hevûdu dipîvin. Çavdêr jî li gor vê dereceya hêz û lewaziyê didin aliyan. Piştî kutştina evqas serok û fermandar ne pêkane ku bandoreke neyînî ya pir giran di nava hêzên leşkerî yên Îranê de çê nebe. Xwezahiya bûyerê ji me re dibêje ku ‘ji ber van kuştinan di nava hêzên leşkerî yên Îranê de tirs û fikara mirinê zêde bûne.’ Ev yek bandorek gelek neyînî û psîkolojîk li ser rayedar û peywirdarên di asten jêr de çê dike.
Xofa rejîmê ya li ser civakê lewaz dikin
Pispor dibêjin ku bi kuştina rayedarên paye bilind berî her tiştî Îran û DYA dixwazin xofa rejîmê li ser gel çêkirî, lewaz bikin. Li gorî wan kuştina her rayedarekê pirsan di serê hêzên leşkerî yên Îranê zêde dike û têkçûna moral û lewaziyê pêş dikeve û di nava hêzên Amerîka û Îsrîlê de jî ev yek wekî pîvana bilindbûna moral û serkeftinê pêş dikeve. Ev di daxuyaniyên Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Îsraîlê de pir zelal dixuye. Her du jî di ser kuştina serok û fermandarê payebilind yên Îranê de deng li muxalefeta Îranê dikin. Dixwazin bi kuştina serok û fermandarên Îranê wêrekiya nava muxalefetê bizêrînin û wana daxin kolanan.
Şert û mercên wêrekiya civakî çêbûne
Lê pisporên mijarê destnîşan dikin ku bi vê siyasetê, şert û merceke xurt ya potansiyela wêrekbûnê çê bûye. Qada şer jî di vê hêlê de geşedanên şênber derxiste holê. Kuştina serok û fermandarên Îranê siyaseta “bisekine û bibîne” têk bir. Îran şoqe bû û di nava hêzên leşkerî yên Îranê de êrişên bê kontrol dest pê kirin. Serokkomarê Îranê Mesout Pezejkiyan xwest rê li ber vê bigire lê hêza wî têrê nekir. Di encama van êrişên bêkontrol de sînorê sebra gelek welatan hate terikandin. Civîna Riyadê ya welatên Ereb û Îslamî encama vê yekê ye. Dixuye ku ev rewş ji bo her du aliyên şer jî netîceyên cidî derdixe holê.
Ev rêbaz pîvana serweriya psîkolojîk e
Di şer de têkbirina baregehên leşkerî yên stratejîk û binesaziyên krîtîk, kuştina serok û fermandarên payebilind rêbaza pîvana şer e. Li gorî pisporan heta niha di vî alî de Îsraîl û DYAyê serweriya psîkolojîk bi dest xistiye. Li gorî vê hişmendiyê dema em tenê nav û erka serok û fermandarên rejîma Îranê yên hatine kuştin wek agahiyeke tomarkirî parve bikin ev heman xwextê de dibe parvekirina pîvana şerê Amerîka-Îsraîlê ya li dijî Înanê jî.
Îranê heta niha kuştina 17 navan piştrast kir
Ji 28ê Sibata 2026an ve serok û fermadarên payebilind yên Îsraîlê diyar kirî ku kuştine û piştre Îranê piştrast kirî wiha ne:
1- Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî
2- Sekreterê Konseya Parastinê, Mîraliheval Omer Şamxanî
3- Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî Elî Laricanî
4- Wezîrê Îstixbaratê, Îsmaîl Hatib
5- Fermandarê Pasdarên Şoreşê, General Mihemed Pakpour
6- Sererkanê Giştî, General Ebdurehîm Musewî
7- Wezîrê Parastinê, General Aziz Nasirzadeh
8- Sekreterê Giştî yê Ofîsa Leşkerî ya Xameneyî, General Mihemed Şîrazî
9- Serokê Rêxistina Nûjenî û Lêkolînê ya Parastinê, General Huseyn Cebel Ameliyan
10- Serokê berê yê Rêxistina Nûjenî û Lêkolînê ya Parastinê, General Riza Muzafferî Niya
11- Cîgirê Serokê Sererkaniyê yê ji bo Lojîstîk û Piştgiriyê, General Muhsîn Derabaqî
12- Fermandarê Servîsa Îstixbarata Ewlekariyê, General Gulamriza Rizaîyan
13- Fermandarê Basîc, General Gulamriza Suleymanî
14- Fermandarê Plansaziya Operasyonan li Baregeha Sererkaniyê Behram Huseynî Mutleq
15- Serokê Ofîsa Leşkerî ya Xameneyî General Ebulqasim Babayyan
16- Serokê Rêveberiya Îstixbaratê li Baregeha Hatemul Enbiya Salih Esedî
17- Rayedarê Ofîsa Leşkerî Muhammed Şîrazî
Îranê derbarê kuştina 21 kesan de daxuyanî nedaye
Navê rayedarên din ên ku Îsraîl û DYAyê, ajansên navneteweyî û çavkaniyên herêmî mirina wan ragihandî lê hêj Îranê derbarê wan de daxuyaniyek fermî nedayî jî wiha ne:
18- Rayedarê Wezareta Parastinê Muhamed Riza Aştiyanî
19- Fermandarê Operasyonana ê IRGCê Hemdî Rabbanî
20- Fermandarê Biryargeha Hatem el-Enbiya Golamalî Raşîd
21- Fermandarê Yekîneya Fûzeyan a IRGCê Reza Abbasî
22- Fermandarê Hêzên Parastina Esmanî Hassan Karîmî
23- Berpirsyarê Operasyonên Balefirên Bêmirov Mahmud Bagherî
24- Fermandarê IRGCê Huseyîn Salamî
25- Fermandarê Hewa û Fezayê Amîr Alî Hajîzadeh
26- Fermandarê Hêzên Deryayî yê IRGCê Alîriza Tangsîrî
27- Berpirsyarê Îstîxbatarê yê IRGCÊ Muhamed Kazemî
28 – Albay Hemdî Moradî
29- Albay Cevad Nourî
30- Albay Reza Huseyînî
31- Serdar Elî Kerîmî
33- Serdar Muhamed Rahimî
33- serdar Huseyîn Rahmanî
34- Serdar Majîd Asgarî
35- Berpirsyarê Herêmê yê Besicê Hasan Caferî
36- Fermandarê Besicê Alî Rezayî
37- Berpirsyarê Ewlehiya Herêmî Muhamed Huseyînî
38- Berpirsyarê Herêmî yê IRGCê Reza Naderî
Angaşta zêdebûna hejmara kuştiyan
Her wiha li gorî angaşta Îsraîl û DYAyê berpirsyarên bernameya nûklerê, rayedarên di astên jêr ên IRGCê, Besicê, binesaziya teknolojiya moşekên balîstîk û dronan jî di nav de zêdeyî hezar rayedarên di payeyên cuda de kuştine. Di 15ê Adarê de Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû diyar kir ku ferman daye hemû hêzên Îsraîlê yên li qadê ku bêyî destûr bixwazin fermana kuştina rayedarên Îranê daye.
Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) û rayedarên Îsraîlê daxuyandin ku lîsteyek rayedarên Îranê yên bibin hedef ji yekîneyên pêwendîdar re hatiye şandin. Balkêş e ku sê roj piştre Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî Elî Laricanî di êrişek hewayî de hate kuştin.













