Navenda Nûçeyan – Ligel ku şerê konvansiyonel ê di navbera Îran û Îsraîlê de rewastiya ye jî hem bi daxuyaniyên dualî yên rayedarên dewletan li ser çapemeniyê şerek psîkolojîk tê meşandin û hem jî di pratîkê de amadekariyên şer tên domandin.
Îran, Îsraîlê bi hewldanên tevlihevkirina hundirê Îranê tawanbar dike û Îsraîl jî Îranê bi boneya çêkirina çekên kîmyewî yên bi armanca tunekirina Cihûyan û organîzekirina hêzên çekdar ên dijberî Îsraîlê tawanbar dike. Di demek nîşaneyên şerek nû zêde dibin de Hêzên Behrî yên Îranê hefteya borî du keştiyên şer û venêrandinê daxistin ser avê. Balkêşiya van keştiyan ew bû ku navê yekê Kurdistan û ya din jî Hûzistan bû. Pisporên ewlehiyê diyar dikin ku Îran Kurdistan û Hûzistanê wekî neqeba xwe ya qels dibîne û bi van gavan dixwaze vê qelsiyê qewî bike. Çavkaniyek siyaseta Kurd jî anî ziman ku pirsgirêka Kurd bi gavên sembolîk çareser nabe û wiha got: “Îran li duriyaneke dîrokî ye. An dê guherînek binecih a demokratîk pêk bîne an jî dê şikestekê bijî.”
Pêvajoya ji nûve vesazkirina Rojhilata Navîn her çiqas dem bi dem bikeve nav bêdengiyê jî li piştperdeyê de amadekariyên şerek nû jî didomin. Bûyera 7ê Cotmeha 2023yan û piştre destwerdana li dijî Hamas, Libnan û Sûriyê di Hezîrana 2025an de gihiştibû merhameyek nû. Di navbera Îran û Îsraîlê de bi hewldanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) agirbest çêbû lê peymanek vê biparêze pêk nehat. Di encama pêvajoyê de Îsraîlê derbeyên giran li Îranê xistin, hêza wê ya li Filistîn, Libnan, Sûriyê daxist asta herî jêr û bi şerê 12 rojan micidî û hêza xwe danî holê. Lê serhildana gelan a Îsraîl li bendê bû pêk bê û rejîma Îranê biguherîne jî pêk nehat. Ji ber vê yekê her çiqas bi navbeynkariya DYAyê niha rageşî rawestiya be jî şerê Îran û Îsraîlê neqediya.
Îran dixwaze neqebên xwe yên qels qewî bike
Ji amadekariyên Îranê xuya ye ku li benda êrişek din a Îsraîlê ye. Ji bo vê amedekariyên şerek nû dike. Di çarçoveya amadekariyên şer de hêzên Behrî yên Îranê hefteya borî du keştiyên venêran û şer daxistin ser avê. Balkêşiya van keştiyan ew bû ku navê yekê Kurdistan û ya din jî Hûzistan bû. Navlêkirina Kurdistan û Hûzistanê ya du keştiyan hem tê wateya amadekariyên leşkerî û siyasî. Bi vê navdayîna her du keştiyan Îran nîşan dide ku di ferqa kêmasiyên xwe yên siyasî de ye. Du eyaletên kurd û ereb lê dijîn mîna neqeba xwe ya zeîf dibîne. Ev di heman demê de pirsgirêkên herî bingehîn ên qeyrana navxweyî ya Îranê ye. Di serî de înkara gelê kurd û gelên wekî Belûc, Ereb, Gilek, Azerî û gelek in dên di her firsetê de wekî gelsî derdikeve pêşiya Îranê. Li gorî pisporên ewlehiyê Îran ji van her du gelan bawer nake û ji bo wê hewl dide li hemberî şerê bi Îsraîlê re neqebên xwe yên qels bi van gavên sembolîk qewî bike. Lê gorî pisporên Îranê ji nêz ve dişopînin gelên li Îranê jî bi rejîmê nebawerin û ji bo wê nemimkûne ev gavên sembolîk encam bidin.
Angaşta li Tergevera Ûrmiyê cebilxaneya Îsraîlê hate girtin
Di demên dawî de nûçe û şîroveyên têkildarî îhtîmala şerek nû yê li dijî Îranê û operasyonên bi angaşta ‘sîxuriya Îsraîlê’ tên meşandin hindî diçe zêde dibin. Ev nûçe wekî ku Îran li benda êrişek nû yê Îsraîlê ye. Di çapemeniya Îranê çend roj berî niha îdia kir ku di operasyonekê de li navçeya Tergeverê ya bi ser Ûrmiyeyê ve pêk hatî de gelek çek û cebirxane hatine girtin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan ku ev cebilxane bi riyên derzagonî û bi armanca tevlihevkirina hundirê Îranê derbasî navçeya Tergevera Ûrmiyê kirine. Di nûçeyan de ev wekî hewldana Îsraîlê hate daxuyandin lê ji ber ku nûçe di demek Wezîrê Karên Hundir Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî li Tehranê hate weşandina wekî peyamek li dijî Tirkiyeyê jî hate nirxandin. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Îranê; Tergever navçeyek dikeve hemberî navçeya Gevera Colemêrgê û bêyî destûr û agahiya Tirkiyeyê nemimkûn e cebilxane derbas bibe.
‘Îsraîl Eniya Yekbûyî ya Belûcistanê ava dike’
Li gorî çapemeniya Farsan li tevahiya Îranê amadekariyên Îsraîlê hene. Demên dawiyê de gelek nûçeyên li ser vê mijarê derketin. Di nûçeyan de operasyonên bi navê, “nêçîra sîxûran” tên weşandin û agahiya kesên tên girtin û kuştin tên dayîn. Herî dawî Ajansa Nûçeyan a Farsê nûçeyek ragihand û îdia kir ku Îsraîl hewl dide li Eyaleta Sistan-Belûcistanê torek dijberî Îranê ava bike. Di nûçeyê de ev agahî hatin dayîn: “Komên sîxûr û dijberi Îranê ji hêla Îsraîlê ve di bin navê Eniya Yekbûyî ya Belûcistanê tên organîzekirin. Armanca vê organîzasyonê ew e ku di şerê li hemberî Îranê de artêş li eniyên cuda bê mijûlkirin. Lê dezgehên ewlehiyê li hemberî van hewldanan di nav liv û tevgerê de ne û hemû planên sîyonistan têk dibin.” Di nûçeyek Press TV derketî de jî hate angaştin ku piştî şerê 12 rojan heta niha li Eyaleta Sistan-Belûcistanê heta niha 50 sîxurên irêdayî Îsraîlê hatine girtin, gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin. Ajansa Mehr Newsê jî îdia kir ku di meha borî de komek sîxurên Îsraîlê ku bi armanca sabotajan hewl dane bikevin Îranê hatine zeftkirin, 6 jê hatine kuştin û 2 jî zindî hatine girtin.
‘Îran komên girêdayî xwe vesaz dike’
Ligel ku şerê konvansiyonel di navbera her du dewletan de rawestiya be jî şerê sar ê li ser çapemeniyê didome. Wekî çepemeniya Farsan çapemeniya Îsraîlê jî giranî daye nûçeyên dijberî Îsraîlê. Çapemeniya Îsraîlê destnîşan dike ku Îran ji armanca xwe ya tunekirina Yahudiyan venegeriya ye. Li gorî şîroveyek di Yîsrael Katzê derketî de hate daşuyandin ku Îran hewl dide cardin hêzên proksî yên grêdayî xwe kom bike û ji bo vê yekê lez daye alîkariya aborî û lojîstîk. Di dahurandinê de hate derbirîn komên girêdayî Îranê darbeyên giran xwarin û bi vê boneyê ji tevgerên çalak zêdetir stratejiya ji nûve kombûn, hêzbûn û vesazbûnê dimeşînin. Rojnameya mûhafazakên Yahudî ya bi navê Îsrael Hayom jî weşanek bênavber vê rojevê tîne ziman e. Rojnameyê li cihek fireh da amadekariyên Îranê yên şer. Di nûçeyê de hate daxuyandin ku Îranê bi armanca ji nûve organîzekirina komên çekdar ên girêdayî civîn girtine û cih da van agahiyan: “Îran dixwaze hemû komên girêdayî xwe di bin yek banî de kom bike. Armanca vê jî ew e ku di şer de bi hev re êriş bikin. Li hemberî Îsraîlê ji Gazze, Libnan, Iraq û Yemenê êrişên yek destî bimeşîne.”

Nameya Netenyahu bû sedema tirsê
Di demek çapemenî û rayedarên her du dewletan gefan li hev dixwin de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahû nameyek ji Serokomarê Îsraîlê İsaac Herzog re şand. Netenyahû di nameya xwe de bi bîr xist bi îdiaya gendêliyê tê darizandin û balkişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn. Netenyahû ji Herzog xwest ku di demên pêş de dê li herêmê guherînên awarte çê bibin û ev daxwaz kir: “Serdema pêşiya me amadekariyên mezin ên dîplomatîk û leşkerî dixwazin. Ji bo xebatên siyasî û dîplomatîk baş bên meşandin û berjewendiyên Îsraîlê bên parastin ez dixwazim ku hûn ji doza derbarê min de hatiye vekirin, mûaf bigirin.” Nameya Netenyahû û daxwaza wî ji hêla çapemeniya Îsraîlê ve wekî barnameya şer a dema pêş hate nirxandin. Her wiha nameyê di weşanên Fars û qada navneteweyî de jî bû sedema tirsa şerek nû.
Peyamên DYAyê jî îşaret bi şerek nû dikin
Bi awayek paralel trafîka dîplomatîk a DYAyê li herêmê jî zêde bû. DYA hewl dide ku komên girêdayî Îranê di îhtîmala şerek bi Îsraîlê de bêalî bihêle an jî berî şer bêbandor bike. Di vê çarçoveyê de Nûnerê Trump ê Suriyê û Sefîrê Enqereyê yê Tirkiyeyê Tom Barrack di 28ê Mijdarê de çû serdana Bexdayê û bi Serokwezîr Muhammde Şiya El-Sûdanî re hate cem hev. Li gorî çapemeniya Ereb; Barrack ji Sûdanî xwest ku di pêvajoya destwerdana Îsraîlê ya li dijî Hizbûllaha Libnanê nebe alî û her wiha destûr nede Hêzen Haşdî Şabî bikevin nav tevgerê. Her wiha Barrack piştre li ser hesaba xwe ya Xê jî diyar kir ku Îsraîl dê li dijî Hizbullahê mudaxileyê bike û ev mafê Îsraîlê ye. Piştî serdana Barrack, Sefaretxaneya DYAyê ya Bexdayê jî daxuyaniyek tund da û Haşdî Şabî wekî berpirsyarê êrişên li ser Herêma Federal a Kurdistanê nîşan da. Sefaretê ji Hikûmeta Iraqê xwest ku êdî Haşdî Şabî bêçek bike û dawî li êrişên wê bine. Di heman rojê de Nûnerê Trump ê Iraqê Savaya jî li ser hesaba xwe ya Xê da xuyakirin ku êdî li Iraqê ji gotinan zêdetir pêwistî bi çalakiyê heye. Savaya jî Haşdî Şabî tehdît kir û nîşaneya mûdahaleyê da.
Li gorî pisporên ewlehiyê Îran li benda êrişek Îsraîlê ya berfiher e û ji bo vê hewl dide hind tedbîran bigire. Pisporan anî ziman li ser medyayê her du dewlet jî şerê psîkolojîk li hemberî hev dimeşînin lê di pratîkê de jî amadekariyên xwe didomînin. Pisporên ewlehiyê dibêjin ku Îranê di nav salek dawî de gelek derbe xwarin û komên girêdayî jî belav û demoralîze bûn. Bi vê sedemê ku şerek çê bibe gelek dezavantajên Îranê hene. Li gorî pisporan Îran hem ji derve qels e û hem jî di hundir de xwedî meşrûiyetê nîne. Bi riya navlekirina du keştiyan bikaranîna navên Kurdistan û Hûzistanê ji hêla pisporan ve wekî gavek sembolîk û bêbandor tê nirxandin. Pispor destnîşan dikin ku pirsgirêka gelên bindest ên wekî Kurd, Belûc û Gilek pirsgirêkek dîrokî, civakî û siyasî ye û nemimkûn e bi çend gotinên devkî çareser bibe.
Gavên sembolîk encamê naguherîne
Li Rojhilata Navîn hêza herî çalak wekî kurdan tê nirxandin. Di şerek Îran-Îsraîlê de jî hêza herî zêde çav dizivirin ser, bandor dibîne û bandor bikeye jî siyaseta kurdan e. Têkildarî mijarê çavkaniyên siyasî yên kurdan daxuyandin ku bi giştî Rojhilata Navîn û bi taybetî Îran li werçerxek dîrokî û ew qas jî xeternak disekine. Li gorî rayedarên payebilind ên siyaseta kurd jî Îran li ser vê werçerxê an dê biryara demokratîkbûnê bide û di serî de gelê kurd mafên gel, ol û çandên cuda qebûl bike, an jî dê têk biçe. Çavkaniyek ji nava siyaseta Tevgera Azadiya Kurdistanê bikaranîna navê Kurdistanê jî wiha nirxand: “Pêwistiya Îranê bi guherînê heye. Lê guherînek sazûmanî. Ne bi jestên sembolîk. Ku Îran difikire bi çend jestan vê pêvajoyê derbas bike, xwe dixapîne. Îran an dê riya demokrasiyê hilbijêre û mafên hemû gel, çand û olan qebûl bike an jî dê bişkê. Hêviya me ew e ku Îran di vê xala xeternak de rêya guherînê hilbijêr e. Di vî warî de siyaseta kurd gelek caran bang li Îranê kir û xwest pirsgirêkan bi riyên aştiyane çareser bike. Lê hêj di vî warî de nîşaneyek ku Îran guherînek cidî difikire tune ye. Zêdetir israr statûkoyê serdest e û ev israr dê bi Îranê bide windakirin.” Çavkanî bal kişand îdamên li hemberî gelê Kurd û mûxalîfan û daxuyand Îran bi siyaseta sêdarê bi agir dilîze û banga hilbijartina rêya siyaseta demokratîk li Tehranê kir.













