Di encama êrişa Îsraîlê ya li Xezeyê li dijî wesayîta weşana zindî ya televîzyona El-Kuds el-Yevmê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan.
Hêzên artêşa Îsraîlê li Kampa Penaberan a Nusayratê ya li nîva Şirîda Xezayê wesayîta weşana zindî ya televîzyona El-Kuds el-Yevm (alqudstoday-tv) hedef girt. Di êrişê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan. Ofîsa Ragihandinê ya hikûmeta Xezeyê ragihand ku di êrişê de nûçegihanê wêneyan Eymen el-Cedy û rojnameger Faysal Ebu el-Kumsan, Îbrahîm eş-Şeyh Alî, Muhammed el-Led’a û Fadi Hassune jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi hejmara dawî re, hejmara rojnamegerên di êrişên Îsraîlê yên li ser Şirîda Xezeyê de jiyana xwe ji dest dayin derket 201ê.