Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê didomin. Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê de 7 fermandarên din ên payebilind ên hêzên hewayî yên Îranê hatin kuştin.
Îsraîlê di 13ê Hezîranê de li dijî Îranê êrîşên hewayî pêk anî. Piştre Îranê jî li dijî Îsraîlê bi fuzeyan êrîş kir. Şerê bi fuzeyan ên di navbera Îsraîl û Îranê de didome. Artêşa Pasdaran a Îranê daxuyand ku 7 fermandarên din ên payebilind ên hêzên wan yên hewayî di encama êrişeke Îsraîlê de hatine kuştin. Navên fermandaran wiha ne; Mehmud Baqirî, Dawud Şêxyan, Mihemed Tahirpur, Mensur Sefer Pur, Mesûd Teyîb, Xesrew Hesenî û Cewad Cersra.