Îsraîlê balyozxaneya berê ya DYAyê ya Tehranê bi hinceta hêzên leşkerî yên Îranê lê dimînin, bombebaran kir. Her wiha IDFê ragihand ku heta niha li 10 hezar hedefan dane û 2 hezar leşker û fermandarên Îranê kuştine.
Hêzên Hewayî yên Îsraîlê (IDF) daxuyand ku êrişên xwe yên hewayî li Îranê berdewam dike. Li gorî daxuyaniya IDFê, heta niha di çarçoveya vê operasyonê de zêdeyî 800 sortiyên êrişê hatine lidarxistin. IDFê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku nêzîkî 10 hezar êrîşên asmanî li ser nêzîkî 4 hezar armancên leşkerî hatine kirin. Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku di van êrîşan de nêzîkî 16 hezar cebxane hatine bikaranîn.
‘2 hezar fermandar û leşker hatin kuştin’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama van operasyonan de zêdeyî 2 hezar leşker û fermandarên Îranê hatine kuştin. Li gorî heman çavkaniyê, bi hevdemî bi êrîşên li Îranê re, IDFê di gelek eniyên şer de jî operasyon meşandine û nêzîkî 7 hezar armancan hedef girtine.
Balyozxaneya berê DYAyê hate bombebarankirin
Di daxuyaniyê de hate ragihandin balyozxaneya berê ya DYAyê hedef hatiye girtin. Hate ragihandin ku hêzên Mihafizên Şoreşê ya Îranê û Besicê li vê avaniyê hatine bi cih kirin û di encama bombebarana pêk hatî de gelek leşkerên Îranê hatine kuştin.














