Îsraîl êrişên li dijî hêzên wekîl yên Îranê yên li Lubnan û Iraqê zêde kir. Hat ragihandin ku li devera Cerf Sexer a ser bi parêzgeha Babilê baregehek Haşdî Şabî hat bombebarankirin. Di encama êrişê de kuştî û birîndar çêbûn.
Êrişên ser hêzên Haşdî Şabî berdewam dikin. Haşdî Şabî di daxuyaniyên xwe de ji êrişan Îsraîl û Amerîkayê berpirsyar digire. Amerîka û Îsraîl jî Haşdî Şabî wek hêza wekîl a Îranê dibînin. Li gor medyaya Iraqê ku agahiyên wan xwe dispêrên çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, vê sibehê di encama êrişek hewayî ya li dijî baregehek Haşdî Şabî ya li devera Cerf Sexer a li Babilê de, 2 çekdar mirin û çekdarek jî birîndar bûye.

Li aliyê din, hat ragihandin ku Îran bi moşek û dironan êrişî ser baregeha Victorya ya li balafirgeha Bexdayê kiriye. Têkildarî ziyanên çêbûne tu agahî nehatin parvekirin.
Zext, girtin, tewanbarkirin
Li Îranê li gel şerê berdewam dike, qutbûna înternetê, zext jî zêde bûye, bi sedan welatî bi hincetên cûda hatin girtin. Rejîm li gelek bajaran nûqteyên kontrolê danî. Herwiha amûrên înternetê yên Starlinkê tên şopandin û kesên ku van amûran bi kar tînin tên girtin. Fermandarê Giştî yê Emniyeta Îranê Ehmed Reza Radan, di daxuyaniya roja yêkşemê dayî de ragihand ku wan bi sûcdariya ‘ji medyaya dijmin re agahiyên li dijî Îranê’ 500 kes hatine girtine. Ehmed Reza Radan welatiyên ku hatine binçavkirin kes wek ‘sîxur’ bi nav kir.
Duh, medyaya navxweyî, di nûçeya ku xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê û mekamên darazê, diyar kir ku li Xorasan, Kirman, Fars, Yezd, Qezwîn, Bender Enzalî û gelek bajarên din ên Îranê bi dehan welatî hatine girtin. Derbarê nasnameya kesên girtî de ti agahî nehate parvekirin û hate ragihandin ku ew bi sûcên ‘têkiliya bi medyaya dijmin re’ û ‘hevkariya bi Îsraîl û DYA re’ tên sûcdarkirin.
Bi hezaran sefer û milyonan rêwî bandor bûn
Li Herêma Kurdistanê ji ber şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê, di nava 10 rojan de 514 seferên balafiran hatine betalkirin. Şîrketa Siryum a ji bo analîzên seferên balafiran radigihîne diyar kir ku di hefteya yekem a şer de ji 44 hezar seferên hewayî, 25 hezarên wan ên li Rojhilata Navîn hatine betalkirin. Ji betalbûnan 4.5 milyon kes bandor bûn û seferên van rêwiyan hatin taloqkirin. Herî zêde balafirgeha Dubaiyê ji şerê dom dike bandor bû.
Li Lubnanê operasyona bejahî dest pê kir

Şerê di navbera Îsraîl û Hizbûllaha Libnanê de kete merheleyek nû. Artêşa Parastina Îsraîlê (IDF) daxuyand ku wekî beşek ji stratejiya ‘parastina bergiriyê’ li başûrê Lubnanê dest bi operasyonên bejahî kirine. Di daxuyaniya IDFê de hate destnîşankirin ku di çend rojên dawî de yekîneyên Tûmena 91an çalakiyên leşkerî li hin cihên stratejîk ên başûrê Libnanê pêk anîne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev hewildan dê wekî operasya bejahî bidomin da ku qada parastina pêşî berfireh bikin.
‘Armanca tunekirina binesaziya komên çekdar e’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de hedefa sereke tunekirina binesaziyên çekan û komên çekdar ên ku li herêmê çalak in. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku beriya ku hêzên bejahî bikevin herêmê, topxane û hêzên hewayî li ser hin hedefên çekdaran ên li herêmê êriş pêkanîne da ku tehdîdên li herêmê tune bikin.
‘IDF li ser parastina Galîleyê dixebite’
Li gorî daxuyaniyê, hêzên Tûmena 91an ligel operasyona bejahî her wiha bi hêzên Tûmena 146an re li ser parastina bajar û gundên herêma Galilee jî dixebitin. Her wiha hate ragihandin ku dê operasyon heta bigihin armancê bidomin.
Ev daxuyanî û operasyona Îsraîlê wekî merhaleyek nû ya şerê Îsraîl û Hizbûllahê hate nirxandin.












