Jinên Hindistanî ji bo piştgiriya Şoreşa Jinê ya Rojava bangî akademîsyenên jin, femînîst, nivîskar, rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên ji eyaletên cuda yên Hindistanê kirin û xwestin ku piştgriya şoreşa jinê ya li Rojava bê kirin.
Di daxuyaniyê de şoreja Rojava wekî, “Hêviyek di bin dorpêçkirinê de” hate pênasekirin û banga parastina şoreşê hate kirin. 221 kesan bi îmze avêtinê piştgirî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku modela wekhevî û demokrasiyê ya li Rojava bi pêşengiya jinan hatiye pêşxistin, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jinên herêm û cîhanê jî çavkaniyeke dîrokî ya îlhamê ye. Hate gotin ku êrîşên li ser Rojava rasterast destkeftiyên jin û şoreşa jinê hedef digirin û hate daxwazkirin ku ev êrîş bi lez bêne rawestandin.
Navdarên Hindistanî îmze dan
Di nav îmzageran de gelek navên naskirî yên qadên huner, akademî, medya, mafên mirovan û siyasetê cih digirin. Di nav wan de rexnegiriya hunerê Geeta Kapur, wênekêş Nilima Sheikh, akademîsyenê fêmînîst Mary E. John, nivîskar û çalakvana fêmînîst a navdar a Amerîkayê Eve Ensler, danser û çalakvan Mallika Sarabhai, derhênerê belgefîlm Anand Patwardhan, akademîsyen Uma Chakravarty, rojnamevan Pamela Philipose û John Dayal, parlamenterê berê Jawahar Sircar, nivîskar Ram Puniyani û parêzvanê mafên mirovan Shabnam Hashmi hene.
Daxwazên Kurdan wekî daxwazên xwe ragihandin
Di daxuyaniyê de peymana di navbera HSD û Şamê de jî hate bi bîrxistin û wekî gavek erênî hate nirxandin. Îmzageran xwest ku daxwazên şênber ên jin û gelê Kurd li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê jinên Hindistanê ve jî hatine qebûlkirin û gihandine raya giştî.
Daxwazên ku jin qebûl kirine ev in:
– Mafên ku ji bo gelê Kurd û hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn di destûra bingehîn de mîsogerkirî bên naskirin,
– Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî bên naskirin,
– Destkeftiyên siyasî, hiqûqî û civakî yên ku jin di pêvajoya şoreşê de bi dest xistine bên parastin û mîsogerkirin,
– Ji bo gelên ji ber şer koçber bûne, bi taybetî li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî, vegerandina ewle, bi dilxwazî û bi rûmet bên misoger kirin.
Daxuyanî bi dirûşma gerdûnî ya jinên Kurd ‘Jin, jiyan, azadî’ ve bi dawî bû.













