Polîsan duh di çalakiya 1ê Gulanê de li Taksîmê 416 kes binçav kiribûn. Ji 416 kesan 372 kes hatin berdan û 44 kes hîna di bin çavan de tên girtin.
Li gorî agahiyan, ji 416 kesên li Taksîmê di 1ê Gulanê de hatin binçavkirin 372 kes hatin berdan. Hate ragihandin ku ji binçavkiriyan 8 kes şandin TEMê, 36 kes jî wê bi îdîaya ‘Rabûna li ber Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civînan’ sewqî edliyeyê bêne kirin.