Serokê YNKê banga yekitî û yekrêziyê li partiyên siyasî kir û got, “Divê em hemû bi hev re bixebitin da ku gelê xwe ji xeteriyên herêm dorpêç kirine biparêzin.”
Serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî bi boneya Cejna Nevrozê û Sersala Kurdî peyamek pîrozbahiyê weşand. Bafil Talebanî di peyamê de wiha got: “Ev cejin bi salvegera serhildana ‘Kerkûka Qudsa Kurdistanê’ re hevdem e ku ji bo gelê Kurd bûyerek girîng ya netewî ye. Cejna Newrozê ji bo Kurdan ne tenê cejneke, lêbelê sembola aştî, biratî û yekîtîya gelê me ye jî. Ev Newroze me teşwîq dike ku em bi heman ruhî, bi hev re bixebitin da ku aramiya welat biparêzin û xizmeta gelê xwe yê xoşewîst bikin.”
‘Divê partiyên Kurd yekdeng bin’
Serokê YNKê Bafil Talebanî pabendbûna xwe ya bi yekitî û hevgirtina neteweyî di navbera partiyên siyasî de jinûve teqez kir û ev bang li partiyên Kurdan kir: “Di vê dema hesas de ku herêm di rewşek xeternak re derbas dibe, ji bo parastina neteweya me li beramberî her gefan divê aliyên Kurd yekdeng bin.”













