Cezayê sûcê “îstîsmara zayendî ya li dijî zarok” ê Şaredarê Rûbarokê Hasan Dînç teqez bû û şaredartiya wî hate bidawîkirin.
Şaredarê navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê Hasan Dînç ku ji AKPê îstîfa kiribû û derbasî Partiya Yenîden Refahê bûbû, piştî cezayê wî yê sûcê “îstîsmara li dijî zarok” teqez bû, şaredartiya wî hate betalkirin. Di sala 2022yan de der heqê Dînç de doz hatibû vekirin û piştî pêvajoyên îstînaf û temyîzê temam bûn, cezayê wî di 26ê Çileya 2026an de teqez bû. Bi teqezbûna biryarê re Hasan Dînç ji mafên xwe yên cemaweriyê hat mehrûmkirin û şaredartiya wî hate bidawîkirin.
Hat zanîn ku Meclîsa Şaredariya Rûbarokê dê di 16ê Sibatê de ji bo hilbijartina serokê nû bicive. Heta serokê nû tê hilbijartin jî dê şaredarî ji hêla serokwekîlê yekemîn ê şaredar ve bê birêvebirin.













