Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî darbeya siyasî ya 4ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê axivî û anî ziman ku divê desthilat li gorî pêvajoyê tevbigere û got: “Doza Kompasê ya Kobanê têk çûye, hevalên me berdin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê salvegera darbeya siyasî ya li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 4ê Mijdara 2016an de pêk hat, li ber Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê daxuyanî da. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, parlamenterên DEM Partiyê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê, rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Enqereyê û endam û nûnerên saziyên demokratîk tev li daxuyaniyê bûn.
‘Ev dozek têkçûyî ye’
Gulistan Kiliç Koçyîgît daxuyanî da û anî ziman ku ew li dijî darbeya siyasî careke din li vir dengê xwe bilind dikin û got: “Hevalên me di doza Kobanê de bi awayekî dijhiqûqî hatin girtin. Sed sal jî bi ser vê dozê ve derbas bibe ev doz dozek têkçûyî ye û wê wisa were pênasekirin. Ne hevalên me ne jî em teslîmî vê bêhiqûqiyê nebûn. Hevalên me nehatin darizandin, a rast hevalên me dadgehan darizandin kirin û îfşa kirin. Dadgeheha Mafên Mirovan a Ewropayê jî ev doz weke binpêkirina maf pênase kir û wisa biryar da. DMMEyê xwest di şexsê Selahattîn Demîrtaş de hemû hevalên me bên berdan. Divê biryarên DMMEyê pêk were. Dadgeha îtîraza Tirkiyeyê jî red kir û biryar teqez kir. Bendewariya me jî niha ew e ku hevalên me demildest bên berdan. Em careke din bang li desthilatê û Wezareta Dadê dikin ku hiqûqê pêk bînin û hevalên me berdin. Ji bo pêvajoyek wiha yek jî ya girîng pêkanîna hiqûqê û berdana hevalên me ye.”

‘Biryara DMMEyê pêk bînin’
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku pêdiviya gel û aştiyê ew e ku desthilat li gorî hiqûqê tevbigere û ev yek anîn ziman: “Heke hiqqûqeke nû pêk neyê û aştî wê pêk were, ev nabe, divê ewilî hiqûq pêk were. Biryarên ji bo hevalên me hatine dayîn divê pêk were. Gelo divê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê çend caran biryar bide ku hevalên me bên berdan? Em careke din li vir dibêjin hevalên me yên li vir girtî ne rûmeta me ne. Bi berdana wan em ê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ava bikin. Heta hevalên me bên berdan wê têkoşîna me bidome. Doza Kompasê ya Kobanê têk çûye, hevalên me berdin.”













