Di maça Koma 8emîn a Lîga Amator a Herêmî de, ji ber strana “şer şer e” ya Hozan Şemdîn, Manîsa 1965 Nurlupinar Gençlergucu Spor têkçûyî hat hesibandin, 6 puanên wê hatin jêbirin û 5 maçan cezayê lîstina bêtemaşevan hate dayîn.
Di maça 15ê Sibatê de ku di navbera Manîsa 1965 Nurlupinar Gençlergucu Spor û Manîsasporê de hatibû lîstin, tîma malxwê di stadyumê de stranek lê dabû. Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Amator a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (AFDK), ji ber vê stranê li gorî benda 42yemîn a Talîmata Dîsîplînê ya Futbolê ceza birî. Maça ku li Stada Mumin Ozkasap hatibû lîstin û tîma malxwê Manîsa 1965 Nurlupinar Genclergucu Spor 1-0 qezenc kiribû, niha 3-0 wekî têkçûbe hat qebûlkirin.
Piştî cezayê ji rêza yekemîn ket rêza 5emîn
Nurlupinar Gençlergucu Spor beriya vê biryarê bi 47 puanan yekemîn bû. Lê bi vê biryarê re 3 puan ji maça Manîsasporê winda kir û 3 puanên din jî wekî ceza ji puanên wê yên heyî hatin jêbirin. Bi vî awayî tîm bi giştî 6 puan winda kir û daket 41 puanan û di lîgê de ket rêza 5emîn.
Di lêkolînan de hat diyarkirin ku li stadê strana Hozan Şemdîn a bi navê “Şer şer e” beriya maçê li stadê hatiye lêdan û ji ber vê stranê li gorî benda 42yan:
*Klûb 3-0 hukmen têkçûyî hat ragihandin.
*3 puanên klûbê hatin jêbirin.
*Li maçên fermî cezayê lîstina bêtemaşevan hat birîn.
Ceza li rêvebiran jî hat birîn
Di çarçoveya talîmatên dîsîplînê de, rêveberên klûbê jî bê ceza neman. Azîz Uzbaş, Umut Ordek, Semîh Muhammet Ertetîk, Nesîp Şik, Mehmet Salih Pektaş û Ahmet Taşdemîr her yek 90 roj cezayê “mehrûmiyeta ji mafan” girtin. Her wiha ji bo her rêveberekî 15 hezar TL cezayê pereyan jî hat birîn.
Daxuyaniya tîmê
Rêveberiya Nurlupinarsporê piştî vê biryarê daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya tîmê bi vî rengî ye: “Wekî Klûba Nurlupinar Sporê, em di Lîga Amator a Herêmî de bi xwêdana eniya xwe lîder bûn û ber bi şampiyoniyê ve diçûn. Lê mixabin, em dibînin ku hin derdorên ku li sehayê nikarin pêşiyê li me bigirin, bi lîstikên li ser maseyan hewl didin me asteng bikin. Ev jêbirina puanan a neheq û li dijî hiqûqê, ne tenê li klûba me, zirarê dide edalet û ruhê ‘fair-play’ a futbola Tirkiyeyê jî. Me wekî Nurlupinar Spor, her tim qezenckirina li sehayê ji xwe re wekî bingeh dîtiye. Em ê nehêlin ev serkeftina ku bi ked û baweriyê hatî bidestxistin were qirêj kirin. Em ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin. Em ji alîgir û civata xwe dixwazin ku bi yekîtiyê piştgiriya tîma xwe bikin. Edalet çi zû çi jî dereng dê cih were.”














