Ji ber barîna berfê ya zêde li gundên Şemzînanê dîrekên ceyranê şikestin. Ev neh roj in gundî bêceyran in.
Li herêma Serhed û Colemêrgê di 29ê kanûnê de barîna berfê dest pê kir û 3 rojan berdewam kir. Di encama barîna berfê ya zêde de li herêmê rêyên bi sedan gund û mezrayan hatin girtin û li gelek gundan dîrek û têlên ceyranê zirar dîtin. Ji ber xemsariya rayedaran gelê herêmê zor û zehmatiyan dikişîne.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî ji ber berfê dîrekên ku ceyranê didin gundan şikestine û gund bêceyran mane. Ev 9 roj in gundên Şemzînanê yên Bêmbo, Kulîta, Bêntur, Bêgoza, Bêdewê bêceyran in. Ruxmê ku ev 9 roj in li van gundan ceyran tuneye jî Şirketa Hevpar a Belavkirina Elektrîkê ya Vangoluyê ji bo ku ceyranê bide van gundan tu tişt nekiriye. Gundiyên van gundan bi derfetên xwe hewl didin dîrekên ku şikestine temîr bikin.














