Li bajarên kantona Cizîrê bi boneya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî meşên girseyî li dar xistin. Girseyê di meşan de xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî di destûra Sûriyeyê de.
Bi boneya nêzîkbûna 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, li gelek bajarên kantona Cizîrê meşên girêseyî tên lidarxistin. Meş ji aliyê rêveberiyên dibistanan, Yekitiya Mamosteyan û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve bi dirûşma “Zimanê me hebûna me ye” hatin lidarxistin.
Girseyê di meşan de xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî di destûra Sûriyeyê de.