Akademîsyen Vahap Coşkun ê ku di civîna 10an a Komîsyona Meclîse de axivî bi lêv kir ku daxwaza bingehîn mafê perwerdehiya zimanê zikmakî ye. Akademîsyên Talha Kose jî destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiya pozîtîf, divê gavên bi bandortir bên avêtin.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hatibû avakirin civîna xwe ya 10an li dar xist. Di rûniştina duyem a civînê de Fatih Ûlûsoy, Huseyin Orûç, Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkûn, Prof. Dr. Talha Kose hatin guhdarkirin.
Di serî de Fatîh Ulusoy axivî. Fatîh Ulusoy li ser pêvajoyên çareseriyê ji cihanê mînak dan.
‘Daxwaza bingehîn perwerdehiya zimanê zikmakî ye’
Piştre jî Vahap Coşkun axivî. Vahap Coşkun jî pêvajoyên berê bi bîr xist û wiha axivî: “Pirsgirêka Kurd di warên civakî, aborî, siyasî, hiqûqî û siyaseta derve de pirsgirêkên kûr çêdike. Jiyana hevpar qels dike, çavkaniyan xerc dike. Daxwaza herî girîng, bi taybetî di perwerdehiyê de bikaranîna zimanê zikmakî ye. Her wiha hemwelatiya wekhev a destûrî û rêveberiyên herêmî yên xurt jî girîng in. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî bingeha parastina nasname û çanda kurd e.Ji bo serkeftinê, divê ji xeletiyên berê ders were girtin, daxwazên wek perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi çarçoveyeke hiqûqî werin cîbicîkirin, îradeya siyasî xurt bibe û piştgiriya civakî zêde bibe. Her çendî guherînên li Sûriyeyê rîsk bin jî, têkiliyên erênî dikare hêza Tirkiyeyê ya herêmî zêde bike. Li ser mafê hêviyê rêkûpêkek hiqûqî bê kirin, ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê ew gaveke pir girîng e. Heke desthilat van gavan bavêje, dê nerazîbûnên hin beşan li hemberî pêvajoyê ji holê rake û baweriya civakê ya ku pêvajo ji her kesî re encamên sûdmend derdixe holê xurtir bike.”
Piştre jî Denîz Ulke Kaynak axivî û destnîşan kir ku divê ji bo hemû herêmê aştî bê xwestin û got ku pêdiviya welatiyên Tirkiyeyê bi demokrasî û edaletê heye û ji bo wê jî derxistin makezagona nû gelekî girîng e.
‘Divê gavên bi bandortir bên avêtin’
Talha Kose jî diyar kir ku aştiya pozîtîf ne tenê rewşa bêpêvçûneyê herwiha avakirina edaletê, sazkirina ewlehiya civakî, sazûmankirina wekheviyê û jiyana bi aşitî ya nasnameyên cuda bi hev re ye û ev tişt gotin: “Niha rewşa ku em tê de ne aşitiya negatîf e. Fesihkirina PKKê û biryara wê ya devjêberdana çekan nîşan dide ku aşitiya negatîf pêk hatiye. Lêbelê ji bo avakirina aşitiya pozîtîf, divê gavên bi bandortir bên avêtin.”
Herî dawî jî Huseyîn Oruç axivî û li ser pêvajoya pêvçûn û çareseriyan pêşkeşiyek li komîsyonê re kir.
Piştî axaftinan civîn bi dawî bû. Civîna 11an a komîsyonê sibe bi guhdarkirina Federasyona Eşîrên Qedîm, Konfedarasyona Cerdevanan û Malbatên Şehîdan a Anatoliyayê, Weqfa Alimên Medreseyê, İTTİHA, Federasyona Karmendên Herêmê, Komeleya Karmendên Jin ên Herêmê ve berdewam bike. Civîn wê di seat 11.00an de destpê bike.