Jinan li Duisburgê ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan stand danîn û banga tevlîbûna meş û mîtînga Strasbourgê kirin.
Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel a Duisburgê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çarerserî” de li ber Gara Trenê ya Duisburgê stand danî. Standa ku saet di 12.00an de hat danîn û heta saet 16.30an vekirî ma. Li standê belavokên têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê, azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û pirtûkên Abdullah Ocalan belav kirin.
Li ser navê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel axaftin kirin. Di axaftinê de ev tişt hatin gotin: “Em weke gelê Kurd di pêvajoya şerekî dijwar re derbas dibin. Hêzên komploger ên navneteweyî li dijî gelê Kurd û destketiyên wan konsepta êrîşê dane destpêkirin. Piraniya vê konseptê li ser Rêber Apo hat meşandin. Tecrîda li ser Rêber Apo, ne tenê li Îmraliyê, li tevahiya Kurdistanê tê meşandin. Rêber Apo li seranserê cîhanê weke rêberê siyasî yê bi milyonan Kurdan tê dîtin. Di Sibata 1999an de bi operasyoneke îstixbaratî ya navneteweyî hat revandin û şandin Tirkiyeyê. Ji wê demê ve di girtîgehê de ye û bi salan peywendiya wî bi derve re hatiye qutkirin. Li Îmraliyê bi êşkenceya hovane û pêkanînan re rû bi rû ye. Ji ber ku çareseriyên Rêber Apo navneteweyî ne, pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Çarçoveya çareseriya siyasî ya ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aniye, dikare dawî li şer û zilma sedsalan a li Tirkiye û welatên cîran bîne.”
Stand bi banga beşdarbûna meş û mîtînga li Strasbourgê ya ku di 15ê Sibatê salvegera Komploya Navneteweyî bê lidarxistin, bi dawî bû.