Ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3 roj in dimeşin. Ciwan li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Dortmundê li hev kom bûn, daxuyanî dan çapemeniyê û dest bi meşê kirin.
Di beşa Dusseldorfê ya çalakiyê de ciwanên enternasyonal di dawiya meşê de çalakiyeke bi pankartan lidar xistin. Ciwanan pankartên “Ji Hambi heta Rojava”, “Têkoşîna azadiyê navneteweyî ye – Azadî ji Rêber Apo re” û “Kî ji welatê xwe hez neke nikare wê biparêze” bal kişandin ser armanca meşê. Danê êvarê jî panelek bi mijara ‘Pêvajo û enternasyonalîzm’ hate lidarxistin. Di panelê de parlamenterê berê yê HDPê Faysal Sariyildiz û aktîvîstên ciwan ên ji Fransa, Elmanya û Îtalyayê axivîn. Di axaftinan de işaret bi hevsengiyên guherî yên li Rojhilata Navîn, girîngiya piştevaniya enternasyonal û bandora paradîgmaya Rêber Apo ya li qada navneteweyî hate kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de ya li Dortmundê hate ragihandin ku taybetmendiyên ceribandin, hînbûn û pêşvebirinê yên ciwanan dînamoya pêşketina civakî ye. Hate diyarkirin ku sîstema kapîtalîst a heyî pêşketina civakî asteng dike û bang li ciwanan hate kirin ku li hemberî bêedaletiyê dengê xwe bilind bikin û nasnameya xwe biparêzin. Daxuyanî bi dirûşma “Ji bo civakeke azad û çandeke azad em li vir in” bi dawî bû.
Ciwan wê 11 kîlometre meşa îro li navenda bajarê Dortmundê pêk bînin. Mijara rojê jî ‘Ciwan û çand e’. Danê êvarê wê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmundê li peyama bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd bê temaşekirin ku piştî 27 salan bi raya giştî re hate parvekirin û piştre bi pênc zimanan daxuyanî ji çapemeniyê re bê dayin.
Meş wê di roja 4emîn de li Dortmundê bi Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bibe.