• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo bîranîna qurbaniyên Sînemaya Amûdê mîhrîcan tê li darxistin

Navenda Nûçeyan /AW

13 MIJDAR 2025 - 14:02
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Di 13ê Mijdar 1960an de li Salona Sînemaya “Şehrezad” a li bajarê Amûdê, di bin navê destekdayîna şoreşa Cezayîrê ku li dijî mêtingeriya Fransayê liber xwe dida de, fîlmek hat pêşandan. 

Di 13ê Mijdar 1960an de li Salona Sînemaya “Şehrezad” a li bajarê Amûdê 500 şagirtên dibistanên seretayî ku temenên wan kêmtirî 12 salan bûn, li hatibûn komkirin. Lê salonê têrî hejmareke wiha zêde nedikir. Dîwarên wê ji heriyê, bane wê texte û qamiş bû.

Salona ku qaşo ji bo destekdayînê hatibû tijekirin, wê rojê bû dojeh. Dema filmê destpêkir, ji nişka ve şewat derket û zarok hemû di hundir de man. Zarok li ber derî kom bûn ku derkevin lê ji ber hejmara zêde derketin zehmet bû. Şêniyên bajêr berê xwe dan cîhê şewatê ku zarokên xwe xelas bikin. Yek kesê yekem ket hundirê salonê û xwest zarokan xilas bike jî Mihemed Seîd Axayê Deqorî bû. Di nava şewata dijwar de, Mihemed Seîd gelek zarok xilas kirin, lê ew bixwe, di bin banê sînemayê yê ku hilweşiya de ma û jiyana xwe ji dest da.

Ekîbên agirkujiyê yên hikûmetê bi hawarê nehatibûn. Heta ku şewat vemirî, 283 zarokan jiyana xwe ji dest da. Li beramberî vê komkujiyê, desthilata wê demê ku Komara Erebî ya Yekgirtî (Sûriye û Misir) bû, tu lêpirsîn nekir û heta niha jî tu encam derneket.

Li şûna sînemayê niha abîdeya qurbaniyan hatiye çêkirin.

Bi pêvajoya şoreşa 19yê Tîrmehê (2012) re jî ji bo zindîhiştina bîranîna qurbaniyan li qada sînameyê gavên girîng hatin avêtin. Ji sala 2016an ve jî Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava tê organîzekirin û xeyalên zarokên qurbaniyên şewatê tê jiyanîkirin.

‘Çîrokên hevbeş, sînemaya azad’

Mîhrîcana ku her sal di roja komkujiyê de (13 Mijdar) tê lidarxistin, hefteyekê berdewam dike. Mîhrîcan ji ber sedemên cuda ji sala 2022yan ve nehatibû lidarxistin lewma îsal (2025) ya 5emîn tê lidarxsitin. Dirûşmeya mîhrîcana ku li bajarê Qamişlo tê lidarxistin, weke “Çîrokên hevbeş, sînemaya azad” hatiye diyarkirin. Ji bo mîhrîcanê ji Kurdistan û welatên cuda 218 fîlman û 22 senaryoyan serlêdan kirine. Ji 218 fîlman 81 fîlm hatine erêkirin. Di mîhrîcamê de wê di beşên film û senaryoyê de xelat werin dayîn. Her wiha dê panel û semîner werin lidarxistin.

Etîket: Komkujiya Sînemaya AmûdêMîhrîcana Fîlman A NAvneteweyî ya RojavaQamişlo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Êrişên li Efrîn û Helebê hatin şermezarkirin

Êrişên li Efrîn û Helebê hatin şermezarkirin

21 ADAR 2026
Li Qamişloyê çem hilçû mal di bin avê de man

Li Qamişloyê çem hilçû mal di bin avê de man

21 ADAR 2026
Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

20 ADAR 2026
Li Rojava alîkariyên Heyva Sor didomin

Li Rojava alîkariyên Heyva Sor didomin

18 ADAR 2026
Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî û amadekariyên Newrozê HATE NÛKIRIN

Li Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî û amadekariyên Newrozê HATE NÛKIRIN

17 ADAR 2026
Li Rojava bîranînên qurbaniyên komkujiya Helebceyê

Li Rojava bîranînên qurbaniyên komkujiya Helebceyê

16 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (5)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne