Endamê Komîsyona Girtîgehan ê OHDê Mûrat Ozçîçek ku di daxuyaniya ji bo girtiyên nexweş de axivî, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Ji bo ku îro li Tirkiyeyê rê li ber çareseriyên aştiyane bê vekirin divê li hemû saziyên dewletê, bi taybetî jî li girtîgehan, pêvajoya reformê ya ku mafên mirovan diparêze bê destpêkirin.”
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TÛHAY-DER) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî girtiyên nexweş ên siyasî li Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Wanê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, endam û rêveberên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
‘Divê pratîka desthilatwarî ya ATKê bi dawî bibe’
Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHDê Mûrat Ozçîçek daxuyanî xwend û diyar kir di qanûnên derbarê girtiyên nexweş de tu guhertin nehatine kirin û di pêvajoya taloqkirina cezayên girtiyên nexweş de cihêkarî heye. Mûrat Ozçîçek anî ziman ku girtiyên nexweş ne xwediyê derfetên guncav û têr ên dermankirinê ne û pêvajoya dermankirina wan bûye cezayekî cuda û got: “Ev hemû rastî ne ku rêveberî û wezaret nikarin berpirsyariyên xwe paşguh bikin. Divê astengiyên li pêşiya dermankirina girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê bên rakirin, girtiyên nexweş ên giran demildest bên berdan û daxwazên wan ên ji bo taloqkirina cezayê bên qebûlkirin. Divê pratîka Saziya Tiba Edlî (ATK) ya deshilatwarî bi dawî bibe û nêrînên lijneyên zanistî û bêalî esas bê girtin.”
‘Rêzdar Ocalan israra xwe ya çareseriyê nîşan da’
Mûrat Ozçîçek diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe ya 27ê Sibata 2025an de bi gotina xwe ya ‘naskirina siyaseta demokratîk û pîvana hiqûqî’ vîna xwe ya israr û biryardarî ya çareseriyê nîşan dide û wiha bi dawî kir: “Tecrîda girankirî ya li ser Rêzdar Ocalan ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye, her wiha li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêvajoya aştiyê jî dibe asteng. Bersiva vê bangê ancax bi rakirina tecrîda li Îmraliyê û afirandina şert û mercên ku birêz Ocalan tevkariyê li aştiya civakî bike, dikare bê bersivandin. Ji bo ku îro li Tirkiyeyê rê li ber çareseriyên aştiyane bê vekirin, hemû beşên civakê li ser esasê hemwelatiya wekhev bi hev re bijîn û dewleta hiqûqê ji nû ve bê avakirin, divê li hemû saziyên dewletê, bi taybetî jî li girtîgehan, pêvajoya reformê ya ku mafên mirovan diparêze bê destpêkirin. Divê demildest dawî li pêkanînên cihêkarî û kêfî yên li girtîgehan bê anîn. Em bang li hemû civakê û raya giştî dikin ku li hemberî van binpêkirinên mafan bi hestiyar bin, destekê bidin têkoşîna dewleta hiqûqa demokratîk û bi berpirsyarî rabin.”
Saziyên ku ev daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: Baroya Wanê, KURDÎGEH, Komeleya Jinan a STAR, TJA, TÎHV, Odeya Diranan a Wanê, Dîsk Genel-Îş, Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, Nûnertiya MEBYA-DERê ya Wanê, Komeleya Teqawîdan a Wanê, Şaxa ÎHDê ya Wanê, Komeleya Ajokar û Otomobîlan a Wanê, Odeya Tabîban a Wan-Colemêrg, Lijneya Koordînasyona Bajêr a Wanê ya TMMOBê, Şaxa Odeya, Şaxa Endezyarên Înşaatê ya Wanê, Şaxa Odeya Endezyarên Zîraatê ya Şaxa Wanê, Şaxa Odeya Avahîsazan a Wanê, Nûnertiya Odeya Bajarvanan a Wanê, Nûnertiya Endezyarên Lêgerîn û Kadastroyê ya Herêmê, Nûnertiya Odeya Endezyarên Makîneyê ya Wanê, Nûnertiya Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya Wanê, Nûnertiya Odeya Endezyarên Kîmyayê ya Wanê, Odeya Endezyarên Xwarinê ya Wanê, Nûnertiya Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Wanê, Nûnertiya Odeya Mîmarên Hundirîn a Wanê, Nûnertiya Odeya Endezyarên Madenê ya Wanê, Odeya Mîmarên Peyzajê ya Wanê, Platforma Şaxan a KESKê, Şaxa SESê ya Wanê, Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê, Şaxa TUM BEL-SEN ya Wanê, Şaxa YAPI YOL-SEN a Wanê, Şaxa Orkam Senê ya Wanê, Şaxa Haber Sen a Wanê, Şaxa BESê ya Wanê, Nûnertiya BTS ya Wanê, Nûnertiya Çand û Huner Senê ya Wanê û Nûnertiya Dives a Wanê.