Ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku li Rojava ji aliyê SÎHAya Tirkiyeyê ve hatin kuştin, piştî sê roj şînê ji bo wan mewlûd hat dayîn.
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li rojavayê Kurdistanê dema li ser wezîfeya xwe ya rojnamevaniyê bûn ji aliyê SÎHAya Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin û di encama êrişê de hatin kuştin. Ev sê roj bûn ji bo her du rojnamevanên cangorî şîn hatibû dayîn. Şîn îro bi dayîna mewlûdê bi dawî bûn.
Ji bo Nazim Daştan li navçeya Giyadîn a Agiriyê şîn hatibû danîn û îro bi mewlûdê bi dawî bû. Rêveberên MEBYA-DERê yên Wan û Agiriyê, rêveberên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî aktîvîstên TJA’yê, Parlamenterên DEM Partiyê Nejla Demîr, Heval Bozdag, Mahmut Dîndar, hevşaredarên Bazîd û Giyadînê û gelek kes tev li mewlûdê bûn. Piştî xwendina mewlûdê, rêz hate girtin.
Ji bo Cîhan Bîlgîn mewlûd
Ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn jî li navçeya Midyadê ya Mêrdînê şîn hatibû danîn û şîna îro bi mewlûdê bi dawî bû. Bi sedan kesên tev li şînê bûn, dowîzên ku wêneyên Cîhan Bîlgîn li ser bûn hilgirtin û meş li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Cîhan û Nazim rûmeta me ne” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kirin û piştî meşê rêz hat girtin.
Piştre jî Hevseroka MEBYA-DERê Mêrdînê Gurbet Tekîn axivî û got ku ew ê têkoşîna Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mezintir bikin.
‘Em ê mîrasa wan bidomînin’
Li ser navê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rojnamevan Ahmet Kanbal destnîşan kir ku rojnamevan ji ber lêgerîna xwe ya heqîqetê hatine kuştin û wiha got: “Her du hevalên me jî li ser şopa şehîdên Çapemeniya Azad bûn. Em li vir careke din soz didin wan ku dê mîrasa wan li pey xwe hiştî bişopînin û heqîqetê li erdê nehêlin. Em ê bibin şopdarên rêya wan û pênûsa wan li erê nehêlin.”
Daxwaza cenazeyê keça xwe kir
Herî dawî jî dayika Cîhan Bîlgîn, Katîbe Bîlgîn axivî û xwest cenazeyê keça wê li bajarê wê were veşartin û wiha axivî: “Ji bo ku hemû hezkiriyên wê bikarin biçin serdana gora wê, ez dixwazin cenazeyê wê bînin vê derê. Min ew bi saxî nedît qet nebe bila bikaribim biçim serdan gora wê. Dixwazim Cîhana min û Nazim bibin wesîleya aştiyê. Serê me hemûyan sax be.”