Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên bi SÎHAyan hatin kuştin, li Qamişloyê merasîma cenazeyan li dar xistin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19ê Kanûnê de dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHAyan ve hatin kuştin û ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin û şervanên HSD û YPJê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayin Efzem Çiya, Diyar Qamişlo û Luqman Hemis, li Qamişloyê merasîma cenazeyê li dar xistin. Bi hezaran kes tev li merasîma cenazeyan bûn. Di merasîmê de wêneyên rojnameger û HSD û YPJiyan hatin hilgirtin.