Amed – Endamên Komîteya Amadekar ên Mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê di 25ê Çileyê de bê lidarxistin Rûçem Vefa Elyakût û Remzî Azîzoglû wiha gotin: “Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ jî nagihe armanca xwe.”
Platforma Saziyên Demokratîk, da ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga “Hêvî û Azadiyê” li dar xistibûya lê ji ber şert û mercên hewayê mitîng hate taloqkirin. Platformê di 13ê Çileyê de daxuyanî da û da zanîn ku dê mitîng di 25ê Çileyê de bê lidarxistin. Endamên Komîteya Amadekar ên Mitîngê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût û Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mehmet Remzî Azîzoglû ji ajansa me re axivîn.
‘Dê miting ji bo mafê hêviyê bê lidarxistin’

Rûçem Wefa Elyakût bi bîr xist ku wan deklerasyona mitîngê di 17ê Cotmehê de aşkere kiribûn û dest bi xebatên mitîngê kiribûn û wiha got: “Ji bo şert û mercên rewşa hewayê me mitîng taloq kiribû. Em ê mitînga xwe di 25ê Çileyê de li dar bixin. Ji xwe amadekariya mitîngê dest pê kiribû. Em mal bi mal geriyan û me xebatên xwe kir. Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe, pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ jî nagihije armanca xwe. Ev mitîng jî dê ji bo mafê hêviyê bê lidarxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ‘Azadiya min girêdayî azadiya civakê ye’ civak jî dibêjê heta ku Rêberê me azad nebe em jî azad nabin.”
‘Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne azad nebe em jî azad nabin’
Rûçem Vefa Elyakût gel vexwend mitînga “Hêvî û Azadiyê” û wiha domand: “Ev pêvajo ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo hemû gelan e. Divê gele Kurd di 25ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd li vir be û dengê xwe bilind bike. Dê gel li qadê bibêje ‘Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne azad nebe em jî azad nabin’.”
‘Ev mitîng ji bo yekîtiya gelê Kurd girîng e’

Remzî Azîzoglû jî destnîşan kir ku mitînga ku dê mitîng ji bo mafê hêviyê bê lidarxistin û wiha got: “Di mitîngê de wê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwestin. Birêz Abdullah Ocalan aliyekê pêvajoyê ye. Ji bo pêvajo bimeşê û her du alî jî di heman rewşê de bin, divê ‘Mafê Hêviyê’ pêk bê û birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Divê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike û bibe yek deng. Ev mitîng jî ji bo yekîtiya gelê Kurd girîng e. Divê gel tev li mitîngê bibe. Îro Rojhilata Navîn jinûve tê avakirin. Em jî dibêjin Rojhilata Navîn beyî gelê Kurd ava nabe.”












