Saziyên sivîl û civakî li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji bo daxwaza ‘Ji zimanê Kurdî re statu, perwerdehiya Kurdî’ dimeşin Tirba Ehmedê Xanî.
Saziyên zimanê Kurdî, li gel Partiya Demokratîk a Gelan (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi daxwaza ‘Ji Kurdî re statu, bi Kurdî perwerde’ dimeşin Tirba Ehmedê Xanî. Bi sedan kesên ku li navenda navçeyê kom bûn, ber bi Tirba Ehmedê Xanî ve dimeşin. Ji bajarên Wan, Agirî, Qers, Mûş, Erzîrom, Bedlîs, Îdir û Erdexan gelek kes tevlî meşê bûn.