• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Standa hişmendiya ziman di roja duyemin de didome

    Standa hişmendiya ziman di roja duyemin de didome

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    ‘Divê xebata pêşîn aramî û têkbirina fitneyê be’

    ‘Divê xebata pêşîn aramî û têkbirina fitneyê be’

    Rênas Jiyan bi helbestên xwe roja ziman pîroz kir

    Rênas Jiyan bi helbestên xwe roja ziman pîroz kir

    ‘Qeyim dê têk biçe û gelê Wanê bi ser bikeve’

    ‘Qeyim dê têk biçe û gelê Wanê bi ser bikeve’

    Mazlûm Ebdî ji Colanî xwest yên li pişt komkujiyan hesab bidin

    Mazlum Ebdî: Armanc me pêkanîna aştiyê û peymanê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

17 SIBAT 2026 - 19:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji bo vegera nêzî 500 malbatên ji Efrînê, amadekariyên dawîn tên kirin. Di navbera Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê de hevdîtin li ser ewlehî û pêwîstiyên vegerê tên kirin.

Di encama êrişên çeteyan û dewleta Tirk yên sala 2018’an destpê kirin û heta 6ê çileya 2026an berdewam kirin de bi giştî 450 hezar kes ji Efrîn, Şehba, Heleb, Serêkaniyê û Girê Spî koçberî rojavayê Kurdistanê bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji sala 2018’an ve ji bo vegera ewle ya koçberan di nava hewldanan de bûn.

Peyman di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de çêbûn û vegera koçberan jî tê de cih girt. Herî dawî peymanek 29ê çileya 2026an di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de hat îmzekirin û 30ê çileyê hat aşkerakirin. Vegera koçberan wek xalek girîng a peymanê hat diyarkirin.

Li herêma Cizîrê ya rojavayê Kurdistanê 7 hezar 426 malbatên ji Efrînê li dibistan, mizgeft û navendên saziyan bi cih bûne.

16ê Sibatê Kombenda Efrînê ya Civakî, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê û nûnertiya civaka sivîl a Ewropayê ragihand ku dê koçberên Efrînê di demeke kurt de dest bi vegera li warê xwe bikin. Wek destpêk jî, dê derdora 400-500 malbat vegerin navçeyên Cindirês, Mabata û Şiyê yên Efrînê.

Li gorî Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ji bo vegera koçberan amadekariyên dawî tên kirin. Di navbera NY û meclisê de hevdîtin li ser ewlehî û pêwîstiyên vegerê tên kirin.

Etîket: AmadekariEfrinkoçberveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

16 SIBAT 2026
Li Rojava 450 hezar koçber li benda vegerê ne: Astengiya sereke dewleta Tirk e

Li Rojava 450 hezar koçber li benda vegerê ne: Astengiya sereke dewleta Tirk e

16 SIBAT 2026
Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

Mazlûm Ebdî: Me li ser rewşa Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li hevdu kir

15 SIBAT 2026
Şêxo: Ji bo vegera koçberan divê dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bibe

Şêxo: Ji bo vegera koçberan divê dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bibe

15 SIBAT 2026
Tirkiyê 2 deriyên bi Rojavayê Kurdistanê re girtin

Tirkiyê 2 deriyên bi Rojavayê Kurdistanê re girtin

13 SIBAT 2026
Koçberên Efrînê daxwaza vegera axa xwe dikin

Koçberên Efrînê daxwaza vegera axa xwe dikin

13 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Hêviya ku her tim nivî hat hiştin, bi Aştî û Civaka Demokratîk re ji nû ve şîn dibe

    Ocalan: Qonaxa yekem qediya, ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Panela ziman: Kurdî tevî hemû zextan hebûna xwe parast

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dorpêç ranebe rewşa Kobanê xeter e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona TJAyê: 8ê Adarê roja avakirina jiyaneke nû ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pêvajoya entegrasyonê: HSD li baregehan asayîş li wargehan bi cih bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Peyasê gotûbêja pirzimanî li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (652)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne