Piştî êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê ji gelek dewletên cîhanê bertekên ewil hatin. Dewletên li Rojhilata Navîn bertek û şermezar kirin, ji dewletên Ewropayê jî banga daxistine rageşiyê û vegera dîplomasiyê hatin. DYAyê bêşîrove ragihand ku mijarê dişopîne. Lê balkêş ji hêj ji Rusya û Çînê ku wekî mitefîkên Îranê tên dîtin, hêj tu daxuyanî û bertek nehatine.
Piştî Îsraîlê ragihand ku li dijî paytexta Îranê, Tahranê bi navê, “Operasyona Mertalê Cihûyan’ êrişên ‘bergiriyê’ pêk aniye ji gelek dewlet û rêxistinên navneteweyî daxuyanî dan û berteka xwe diyar kirin. Beşek dewletan êriş şermezar kirin û beşekê jî banga daxistina rageşiyê kir û xwest ku her du dewlet vegerin riyên dîplomatîk.
‘Operasyon bi riyên hewayî û deryayî pêk tên’
Îsraîlê navê, ‘Operasyona Mertalê Cihûyan’ li êrişên xwe kir. Rayedarên Îsraîlê ji çapemeniya Cihû re ragihandin ku ji ber gefên Îranê amadekariyên berfireh kirine û bi armanca ji holê rakirina metirsiyên li dijî Îsraîlê derbeyên giran li Îranê xistine. Rayedaran raghiand ku êriş bi riyên hewayî û deryayî pêkanîne. Îsraîlê ragihand ku ji hemû êrişên Îranê re jî amade ne û tedbîrên pêwist girtine.
Îran: Me amadekariyên bersivek ‘kujerî’ kirine
Rayedarên Îranê jî bi bîr xistin ku êrişên berfireh pêk hatine û ev gef xwarin: “Ji bo şerê bi sîyonîstan re me amadekariyek berfireh kiriye. Dê bersivek, di asta ‘kujerî’ de bê dayîn. Îranê ragihand ku qada hewayî ji hemû seferan re hatiye girtin. Her wiha çapemeniya Îranê ragihand ku DYA jî tev li êrişan bûye û alîkariya Îsraîlê kiriye. Di çapemeniya Îranê de hate daxuyandin ku Midûriyeta Îstîxbaratê ya Mihafizên Şoreşê û gelek deverên Tehranê hatine bombebaran kirin.
Xamaney ji Tehranê hate derxistin
Li gorî nûçeya Reûtersê jî Serokê Olî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney ji Tehranê hatiye derxistin û we birine ‘cihek bi ewle’ cih kirine. Ajansê daxuyand ku ev agahî ji hêla rayedarên Îranê ve jî hatiye piştrastkirin.
DYA: Em mijarê nêz de dişopînin
DYAyê di berteka xwe ya pêşiyê de ragihand ku Washington pêşveçûnê bi baldarî dişopîne. DYA bêyî şîroveyekê li ser mijarê bike, daxuyaniyek kin da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girîng e rageşî bilind nebe. Di daxuyaniya bi temkîn a DYAyê de hate destnîşan kirin ku dê rewşê nêz ve bişopînin. Her wiha DYAyê jî ragihand ku êrişên li dijî Îranê bi riyên hewayî û deryayî pêk hatine. Hêjayî gotinê ye ku di şerê 12 Rojan ê meha Hezîranê de êrişên deryayî pêk nehatibûn.
Rayedarên DYAyê piştgirî dan Îsraîlê
Senatorê Koparparêz Lindsay Grahem jî li bi gotina, “Lîstikê dest pê kir. Em ji bo Îsraîlê dia dikin’ piştgirî da operasyonê. Wezîrê Karên Derve yê DAYê Macro Rubîo jî derbirî jî anî ziman ku DYA tev li êrişan nebûye lê ji hêla Îsraîlê ve hatine agahdarkirin ku dê van operasyonên pêwist bikin.
Tirkiyê êrîş şermezar kir
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê êrişên Îsraîlê şermezar kir. Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hate şermezar kirin û hate gotin ku gavên leşkerî dikarin şer li herêmê zêde bikin û şertên aştiyê xera bikin. Ankara bang kir ku her du alî xwe bigirin û rêyên dîplomasiyê ji nû ve bixebitin. Rayedarên Tirkiyeyê her weha hişyarî dan ku ev pêşveçûn dikare metirsiya şerê herêmî çêbike.
Yekîtiya Ewropayê: Rageşî divê bê kêmkirin
Rayedarên Yekîtiya Ewropayê jî daxuyaniyek dan û ragihandin ku ji ber pêşveçûnên li Rojhilata Navîn pir xemgîn û fikar in. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her cure bilindbûna leşkerî dikare ewlehiya herêmî û cîhanî bixe xetereyê. Paytextên Ewropayê bang kirin ku aliyên pevçûnê dev ji ziman û gavên şerî berdin û kanalên dîplomatîk vekirî bihêlin. Diplomatên Ewropî gotin ku şertên heyî pir nazik in û her gava leşkerî ya nû dikare kontrola krîzê dijwartir bike.
Irakê banga kombûnê li Neteweyên Yekbûyî kir
Hikûmeta Irakê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û got ku êrîş binpêkirina prensîbên navneteweyî ye. Baxdayê bang li Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku li ser mijarê banga civînek awarte bike. Rayedarên Irakê ragihandin ku her pevçûna rasterast di navbera dewletan de dikare hemû herêmê bixe nav krîzeke mezintir.
Neteweyên Yekbûyî: Sivîlan biparêzin
Rayedarên Neteweyên Yekbûyî li ser mijarê daxuyandin ku êriş jiyana sivîlan dixe xeteriyê û bang li her du dewletan kirin ku li hemberî binesaziya sivîl û jiyana sivîla di asta herî jor de baldar tevbigerin.
Di daxuyanîyê de hate gotin ku parastina sivîlan divê bibe hîstiyariya pêşîn û rêyên siyasî û dîplomatîk divê ji nû ve bên aktîfkirin.













