3 jinên di lêpirasîna dijî HDKê de hatibûn girtin ji girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tahliye bûn.
Endama Meclisa Giştî ya HDKê Esengul Demîr, endama Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Semîha Şahîn û rojnameger Saîme Oguzhan ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ di çarçoveya lêpirsîna li hember HDKê hatibûn girtin û li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê diman hatin berdan. Jinên tahliye bûn ji aliyê rêveberên DEM Partî, HDK MYKê, hevserokê giştî yê ESPê Murat Çepnî û gelek welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.
Semîha Şahîn li ber girtîgehê axivî û da zanîn ku wê ji bo berdana hemû girtiyan têkoşînê bidomînin. Esengul Demîrjî daxuyakirin kuli girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û got divê girtiyên siyasî azad bibin.
Saîme Ozguhan jî diyar kir ku hemû girtiyên siyasî neyên bedan wê têkoşîna wan bidome.