Amed – Aktîvîsta TJAyê Ayşe Surucu ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bû, derbarê konferansê de axivî. Ayşe Surucu bi lêv kir ku jinan bi awayekî vekirî daxwaz kir ku xwedî li wê banga birêz Ocalan were derketin û destnîşan kir ku ji her demê bêtir pêdiviya wan bi aştiyê heye.
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di 28-29ê Gulanê de li Çand Amedê hat lidarxistin. Jinan nîqaşên berfireh ên li ser ‘yekîtiya neteweyî’, ‘têkoşîna hevpar a jinan’ û ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kirin. Di danezana encamê de biryarên li ser ‘avakirina mekanîzmayên têkoşîna hevpar û torên rêxistinî’, ‘afirandina dîrok û bîranîna berxwedana jinên Kurd’, ‘amadekirina deklarasyona yekîtiya neteweyî’, ‘ji bo avakirina aştiyê û avakirina komîteyên xebatê helwesteke hevpar’ û ‘Avakirina Tora Parlamenterên Jin’ hatin wergirtin. Aktîvîsta TJAyê Ayşe Surucu li ser konferansê û rol û misyona jinan ji ajansa me re axivî.
Ayşe Surucu bi lêv kir ku ev konferans hêviyek mezin dide wan û wiha got: “Ev konferans hêviyê dide gelê kurd jî. ji ber ku him ji Bakur yanî ji parlamenterên li Tirkiyeyê, ên Başûr, ên Rojava û ên Rojhilat heta ji dîasporayê parlamenterên jin ên Kurd tevli bûn. Hevalên me yên li Rojava bi onlinê tev li bûn. Tevlibûna wan jî gelekî bi nirx bû. Ji şengalê em bêjin parlamenter û nûnerên civaka me ya Êzidî tev li bûn. Ji bo me gelekî bi nirx bû cara yekemîn parlamenterên jin ên kurd tên ba hev dû û bi hev re pirsgirêkên xwe hêviyên xwe nîqaş dikin, bendewariyên xwe dibêjin. Di vê konferansê de tiştên derketin pêş me dît ku li çar perçe li çar aliyên kurdistanê pirsgirêkên jinan hevpar in û daxwazên wan jî hevpar in.”
‘Ji nan û avê bêtir pêdiviya me bi yekitiyê heye’
Ayşe Surucu, destnîşan kir ku daxwaza wan a yekemîn ew e ku yekîtiya netewî ava bibe û wiha domand: “Yanî hetanî kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk neînin bi rastî gotinên xwe yên hevpar jî nikarin pêk bînin û gotineke hevpar çênebe bandoreke pir mezin jî li ser civakê û li ser cihanê jî çênabe. Ji ber wê jî piştî ku me ewqasî nîqaş kirin, guhdarî kir em tevlî niqaşan bûn encama ku em gihîştin; xala sereke û xala bingehîn divê avabûna yekitiya netewî ya ji çar aliyên Kurdistanê be. Weke parlamenterên jin ên kurd em ê jî rol û rista xwe di pêvajoya pêş me de jî bilîzin. ji ber ku ji nan û avê bêtir pêdiviya me di vê rojê de bi yekitiyê heye.”
‘Em têkoşîna nasnameya jinbûn û kurdbûnê didin’
Ayşe Surucu, da zanîn ku pergalên hatine bi sed salane gelê Kurd înkar kirine, zimanê wan qedexe kirine nasnameya wan tune hesibansine nasnameya jinan tune hesibandine û wiha pê de çû: “Em jin têkoşîneke pir alî didin. Di serî de em têkoşîna nasnameya jinbûnê didin em têkoşîna kurdbûnê didin yanî em him weke jin ji bo mafê jinê wek zayend mafê zayendê têdikoşin û him jî weke Kurd ji bo mafê xwe yê nasnameyê em têdikoşin yanî ji bo mafê xwe yê netewbûyînê em têdikoşin. Pergaleke bi sedsala ne hatiye avakirin feraseta Tirkan, Ereban, Eceman çand û zimanê wan li ser gelê me hatiye ferzkirin. Bi vî rengî xwestine Kurdan ji Kurdbûna wan dûr bixin xwestine jinan ji rastiya cewherî ya jinê dûr bixin.”
‘Tevî çewisandinan jî jinên Kurd têdikoşin’
Ayşe Surucu, bi lêv kir ku tevî ewqas çewisandinan jî jinên Kurd têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên Kurd li ber xwe de didin, jinên Kurd li qadan in, jinên Kurd li parlamentoyê ne, di nava têkoşînê de ne û rêxistinkirîne. Yanî encama mînaka rêxistinbûyîna me ya herî berbîçav jî konferansa me ya ku du rojan li Amedê berdewam dike ye. Ev konferans gelekî serkeftî derbas bû gelekî bi nirx û bi wate ye. Hin jin ji Rojava, Başûr û Şengalê tev li bûn dema wan êşa xwe, ew tiştên hatine jiyîn gotin, ew hêviyên wan, bendewariyên wan a ji gelê Kurd me hîn zêde hîs kir û me wê demê dît ku bi rastî jî pêdiviya me ji yekitiyê re heye, divê di demeke herî nêz de yekîtiya neteweyî were avakirin.”
‘Me jinan daxwaz kir ku xwedî li banga birêz Ocalan were derketin’
Ayşe Surucu da zanîn ku di konferansê de gelek xal hatin nîqaşkirin û ev tişt gotin: “Xala herî girîng jî bangawaziya birêz Ocalan a di 27ê Sibatê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, civakeke demokratîk û neteweyeke demokratîk kiribû bû. Di vê konferansa me de jî gelek jinan bi awayekî vekirî daxwaz kir ku xwedî li wê banga birêz Ocalan were derketin, jê re piştgirî were dayîn û heta weke biryareke konferansê têkeve encamnameyê.
Ji ber ku pirsgirêka Kurd heye ya herî zê de bandor lê dibe îro Tirkiye ye. Yanî li Tirkiyeyê şerekî bi salane berdewam dike, qirkirinek û tunebûyînek heye lê tev li vê yekê jî têkoşînek heye berxwedanek heye û îro rol û rista birêz Abdulah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de ji aliyê herkesê ve tê zanîn.”
‘Ji her demê bêtir pêdiviya me bi aştiyê heye’
Ayşe Surucu, destnîşan kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan him ji bo avabûna aştiya Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navîn gelekî bi qedir û binirx e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû kes di vê zanebûnê de ye. Ji bo vê yekê jî careke din di vê konferansê de me û gelek beşdaran jî anîn ziman ku divê bangawaziya birêz Ocalan a di 27ê Sibatê de teqez di rojeva me de be û di warê xwedîderketinê de em di encamnameyê de cih bidine. Ji ber ku ji her demê bêtir pêdiviya me bi aştiyê heye. Çawa ku em dibêjin yekitiya netewî her wiha bi wê re girêdayî ji bo aştî pêk were divê demildest pirsgirêka Kurd çareser bibe. Di vê demê de jî ji her demê bêtir em nêzîkê aştiyê ne, em nêzîkî çareseriyê ne. Aştî wê bi çareseriyê pêk were, niha em têkoşîna çareserî û aştiyê didin meşandin û di vê pêvajoyê de pêkhatina vê konferansê gelekî binirx e. Li ser vê esasê em dibêjin parlamenterên jinên kurd di warê avabûna yekîtiya netewî de divê pêşengtiyê bikin û em bawer in hevalên me jî dê di vî warî de rol û rista xwe wê bilîzin.”