Şaxa ÎHDê ya Dêrsimê bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û rewşa girtiyan nexweş û got: “Bi awayekî aşkera mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin. Divê girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan.”
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê, têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û rewşa girtiyê nexweş, li avahiya şaxê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em jiyanê diparêzin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate hilgirtin. Hevseroka Şaxê Nûrşat Yeşîl di daxuyaniyê de îşaret bi daneyên sala 2025an ên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHDê û got ku li girtîgehan 335 jê rewşa wan giran herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene.
‘Mafê tedawiyê tê astengkirin’
Nûrşat Yeşîlê diyar kir ku 230 girtiyên nexweş rewşa wan ewqas giran e ku nikarin bi tena serê xwe bijîn û wiha domand: “Li girtîgehan bi hezaran girtî di şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin. Ev girtî di mijarên weke tenduristî, xwarin û vexwarin, cihê mayînê û di mafên civakî de pirsgirêkên cidî dijîn. Bi taybet jî mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin. Sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxaneyan tên derengxistin û di dema muayeneyê de sepanên weke kelemçekirina destan tên ferzkirin. Raporên Saziya Tipa Edlî jî dereng tên dayin û bêalî nayên amadekirin.”
‘Cezayên keyfî tên dayîn’
Di berdewama axaftina xwe de Nûrşat Yeşîlê da zanîn ku girtiyên nexweş rastî kiriyarên biçûkxistinê tên û got: “Ji ber van sepanên me li jor destnîşan kirine, gelek girtiyên nexweş bi xetereya mirinê re rû bi rû ne. Raporên dereng û ne bêalî yên ATKê, taloqkirina tehliyeyan û cezayên disiplînê yên keyfî, dikin ku gelek girtiyên nexweş nekarin ji mafê xwe yê tehliyeyê sûd bigirin. Ev rewş jî bi awayekî aşkera, binpêkirina mafê jiyanê ye.”
‘Divê mafê jiyanê bê misogerkirin’
Nûrşat Yeşîlê, herî dawî jî ev daxwaz rêz kir: “Hewceye girtiyên nexweş tavilê bên berdan û bikarin mafê xwe yê tedawiyê bêyî astengiyek hebe bi kar bînin. Divê sepanên tecrîdkirinê û sepanên dermirovî yên li girtîgehên bi tîpa bîrê û yên bi ewlekariya bilind bi dawî bibin. Hewceya ATK bêalî û serbixwe bixebite, astengiyên li pêşiya tehliyeya girtiyên nexweş bên rakirin. Divê mafên tenduristû, pêwendîdanîn û mafê jiyanê yê girtiyan bê misogerkirin. Divê sepanên keyfî yên lijneya îdare û çavdêriyê yên ji bo taloqkirina tehliyeyên girtiyan tavilê bên bidawîkirin.”













