Rayedarên Îranê piştî kuştina Serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Bilind piştrast kirin, gefên tolhildanê li DYA û Îsraîlê xwarin.
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 19an de bi gavên dualî didome. Rayedarên Îranê di seatên sibê de piştrast kir ku Serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Bilind Elî Larîcanî li gel kurê xwe li maleke li Tehranê di encama bombardûmana hêzên hewayî yên Îsraîlê de hatiye kuştin. Rayedarên Îranê piştî kuştina Larîcanî li ser hev gefên tolhildanê xwarin.
Erakçî: Şer wê bandorê li her kesê bike
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakçî diyar kir ku bandora şer wê di asta navneteweyî de bê hîskirin. Erakçî di peyama li ser medyaya dijîtal belavkir de iha got: “Pêla bandora global a şer hîn nû destpê dike û wê bandorê li her kesî bike.” Erakçî her wiha bi bîr xist ku rexneyên li welatên rojavayî yên li ser şer zêde bûne û destnîşan kir ku civaka navneteweyî divê hîn bêhtir nerazîbûnê nîşan bide.
Ji artêşa Îranê peyama tolhildanê
Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Amîr Hatemî diyar kir ku kuştina Elî Larîcanî wê bêbersiv nemîne û got: “Xwîna Larîcanî û şehîdên din wê li erdê nemîne.“ Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî ragihandin ku êrişên bi şev ên li ser Tel Avîvê weke bersivdana li kuştina Larîcanî û rayedarên din hatiye kirin.













