Ji Konferansa Dayikên Aştiyê ya 3yemîn wêneyên wan ên bi laçik spî man. Di wêneyan de reng û rûyê êş û xema dayikan û heybetiya têkoşîna wan a aştiyê man.
Meclîsa Dayikên Aştiyê, piştî 12 salan konferansa xwe ya 3yemîn li dar xist. Konferans bi dirûşma “Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiya mayînde ne” di navbera 18-19ê Cotmehê de li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê hate lidarxistin. Ji hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û ji gelek bajarên Tirkiyeyê dayik tev li konferansê bûn. Konferansa Dayikên Aştiyê bi encamnameyekêbi dawî bû.
Li pey konferansê wêneyên dayikan laçik spî man. Di wêneyan de têkoşîn û berxwedana wan, êş û xema wan, kêfxweşî û kenê wan xwe didin nîşandan.
Ji konferansa dayikan, wêneyên ku ketine ber kadraja ajansa me wiha ne: