Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji bo meşa li Strasbourgê ku bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê û daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya Rojava tê lidarxistin, banga tevlêbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL têkildarî meşa bi boneya salvegera 27emîn a Komploya Navneteweyî, li Strasbûrgê pêk tê, daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dê bi meşê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê ji tevahiya cîhanê re ragihînin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tê xwestin ku li ser xwîna gelê Rojava komplo bê nûkirin. Dixwazin sîstema civakiya demokratîk a ku ji bo bawerî û gelan bi pêşengiya jinên li Rojava hate afirandin ji holê bê rakirin, bi şerê ol-mezheb û neteweperestiyê gelên Rojhilata Navîn bixin nava dojehê.”
‘Berxwedanê nîşanda ku bêyî Kurdan çareserî nabe’
Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku bi hewildanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrişên komkujiyê yên li dijî Rojava heta astekê vala hatine derxistin û ev tişt hatin gotin: “Gelê me li welêt û derveyî welêt helwesta xwe ya berxwedêr û yekîtiya neteweyî nîşan da. Vê helwestê raxist pêş çavan ku bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn dîzayna nû nabe. Gelê Kurd ku di şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê de ji polîtîkayên berjewendiyê yên navneteweyî re kirin qurban, di ve pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de li hemû parçeyên Kurdistanê bi rêxistin e û xwedî paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo ye ku ji bo çareseriyê yekane alternatîf e.”
Banga tevlêbûna meşê
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe rola xwe bilîze, pêwistî bi şert û mercên azadiyê hene û wiha hate domandin: “Metirsiya komkujiyê ya li ser gelê Rojava dewam dike. Ji bo pêşîgiriya vê yekê divê statûya Rojava bi rengekî qanûnî bê ewlekirin. Berpirsyarê vê jî hêzên navneteweyî yên piştgirî didin rejîma Şamê ya selefî ye. Ji bo vê DYA û welatên Ewropayê raste rast berpirsyar in ku statûya Rojavayê Kurdistanê misoger bikin.”
Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku ji bo bilindkirina van daxwazan û têkoşînê tev li meşa di 14ê Sibatê bi şîara, “Azadî ji Rêber Apo re, statû ji Rojava re” li Strasbûrgê pêk tê, bibin.













