KONGRA-GEL Cejna Newrozê pîroz kir û wiha got: “Ji bo Newroz bibe wesîleya azadiya Rêber Apo, ji bo bibe wesîleya yekîtiya demokratik ya gelê Kurdistanê û azadiya gelê me, li çar aliyên welat û li derveyî welat, em cejna Newrozê bi girseyî pîroz bikin.”
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi peyamekê cejna Newrozê pîroz kir. KONGRA-GEL di destpêka peyamê de wiha got: “Em di serî de Newroza Rêber Apo ya hemû hevalan û ya gelê Kurdistanê bi dil û can pîroz dikin. Di şexsiyeta heval Mazlum Dogan, Zekiye, Rahşan, Bêrîvan û Ronahî de hemû şehîdên Newrozê bi rêzdarî bîr tînin û li hemberî wan bejna xwe ditewînin. Bi agirê bedena wan, Newroz bû sembola berxwedan û azadiya gelê me.”
‘Gelê Kurd ji bo azadiyê amade ye’
Di peyamê de hate bi bîrxistin ku gelê Kurdistanê Cejna Newroza 2026an di şert û mercên awarte de pêşwazî dike û wiha hate gotin: “Bi şerê cîhanê yê 3. pergala Rojhilata Navîn tê guhertin. Di pêvajoyek wiha awerte de gelê me li hemû beşên Kurdistanê de ji bo azadiya xwe amade ye. Bi taybetî li welat û derveyî welat bi xwedî derketina Şoreşa Rojava, gelê me ev helwest û daxwaziya xwe ji bo hemû hêzên herêm û cîhanê, awayekî bi heybet pêşkêş kir.”
Banga tevlêbûna girseyî
Di peyamê de bi gotina, “Bi vê kelecana azadiyê jî ev hefteyek e gelê me li hemû deveran Cejna Newrozê pîroz dike” coşa Newrozê hate bi bîr xistin û ev tişt hatin gotin: “Ev rewş di vê heftê jî yê dewam bike. Coş û tevlêbûnên pîrozbahiyan, li ser tekoşîna gelê me ya sala 2026an dê yekser bandor bike. Bi hêz û girseyî tevlêbûna li pîrozbahiyan, li ber çavên cîhanê wê bibe mesaja daxwaziya gelê me ya ji bo aştî, azadî û demokrasiyê. Ji ber vê yekê jî li welat û li derveyî welat bi girseyî tevlêbûnên pîrozbahiyan pir girînge.”
Di peyamê de bang li gelê Kurd hate kirin ku li çar perçeyên Kurdistanê biherikin qadan.













