KURDÎGEHê deklarasyona 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî eşkere kir û xwest ku Kurdî di destûra bingehîn de cîh bigire û bi qanûnan bê mîsogerkirin.
Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), li avahiya xwe ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê deklarasyona 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî eşkere kir. Di deklarasyonê de pankarta “Statuya Kurdî, perwerdeya bi Kurdî” hat hildan. Partiyên siyasî, hevşaredar, nûnerên saziyên sivîl û gelek zimanhez tev li eşkerekirina deklerasyonê bûn.

‘Gelê Kurd bi salan e li dijî pergala yekperest li ber xwe dide’
Hevseroka KURDÎGEHê Arîfe Aslan deklarasyonê xwend û da zanîn ku têkoşîn û kampanyaya çalakiyan a xwendekarên zanîngeha Dakkayê, di şikandina pergala yekparêz û yekzimanî de bûne hîmên bingehîn ên vê roja parastina çand û zimanên ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Arîfe Aslan diyar kir ku ji ber vê yekê 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji aliyê Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (Unesco) yê ve hatiye qebûlkirin û îlankirin û got: “Di sedsala 21emîn de, hîn jî li gelek welatên cîhanê gel û netewe, weke gelê kurd ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşînê dimeşînin, daxwaza mafên xwe yên kollektîf dikin û di oxira nirx û rûmetên xwe yên neteweyî de berdêlên mezin didin. Gelê kurd jî, zêdetirî sed salan e, li dijî pergala yekperest a ku li hemberî çand, ziman û nasnameya gelê kurd polîtîkayên înkar û tunekirinê dimeşîne, li ber xwe dide, daxwaza mafên xwe yên nasnameyî dike û bang li hemû gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dike ku têkoşîna xwe ya ji bo statu û mafên xwe yên zimanî xurttir bikin.”
Çalakiyên ku dê bikin kirin
Arîfe Aslan xebatên xwe yên ku dê vê pêvajoyê de bikin wiha rêz kir: “Weke saziyên zimanê Kurdî, bi hest, helwest û hişmendiya parastin, pêşvebirin û bilindkirina qîmet û rûmeta zimanê Kurdî, bi daxwazên xwe yên Perwerdehiya bi zimanê dayîkê, em ê, bi şiara ‘Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî’ xebatên xwe yên zimanê Kurdî, yên di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bimeşînin û bi panel, meş, daxuyanî, nîşandana lîstikên şanoyê, film û belgefîlman, nîşandana lîstikên şanoyê yên ji bo jinan û her wiha lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan, şevbuhêrkên dengbêjan, bernameyên îmzekirina pirtûkên ku ji aliyê nivîskarên kurd ve hatine nivîsandin, li cihên navendî danîna standên bi daxawaza perwerdehiya zimanê Kurdî, vekirina Parka Gulistana Zimanan, konserên pirzimanî , forum û belgedayînan, bi hevkariya saziyên ziman û çandê lidarxistina konserên pirzimanî, semînerên hişmendiya ziman ên ji bo malbatan, stand-up, bi pêşengiya Meclîsa Zaravayê Kirmanckî, ji bo pêşîlêgirtina wendabûna zaravayê Kirmanckî, ji Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (Unesco) û Wezîrê Perwerdehiyê re şandina nameyan, kar xebat û têkoşîna xwe ya zimanê dayîkê berdewam bikin.”
‘Zimanê Kurdî bi qanûnan mîsoger bikin’
Arîfe Aslan bal kişand cîhgirtina Kurdî ya di destûra bingehîn de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em careke din balê dikişînin û destnîşan dikin ku heta zimanê Kurdî di destûra bingehîn de were qebûlkirin, bi qanûnan were mîsogerkirin, bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta Zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe parastin, pêşvebirin û mîsogerkirina çand, ziman û nasnameya Kurdî ku nirxên bingehîn ên neteweyî yên gelê Kurd in, bi biryardarî bimeşînin û xurtir bikin. Ji niha ve, 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê li gelê me yê dildar û dilsozê zimanê Kurdî û hemû gelên bindest ên cîhanê, yên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in pîroz be.”
Eşkerekirina deklarasyonê bi çepikan bi dawî bû.














