• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Parêzgarê Hesekê bi şandeya NYyê re civiya

    Parêzgarê Hesekê bi şandeya NYyê re civiya

    Li Qilebanê pîrozbahiya Newrozê: Heta azadiyê wê têkoşîna me bidome

    Li Qilebanê pîrozbahiya Newrozê: Heta azadiyê wê têkoşîna me bidome

    Piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bêrawestan bidomînin

    Piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bêrawestan bidomînin

    Xwediyên cafeyên li Pira Dehderî êrişî rojnameger Akyol kirin

    Xwediyên cafeyên li Pira Dehderî êrişî rojnameger Akyol kirin

    Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

    Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

    Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

    Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Parêzgarê Hesekê bi şandeya NYyê re civiya

    Parêzgarê Hesekê bi şandeya NYyê re civiya

    Li Qilebanê pîrozbahiya Newrozê: Heta azadiyê wê têkoşîna me bidome

    Li Qilebanê pîrozbahiya Newrozê: Heta azadiyê wê têkoşîna me bidome

    Piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bêrawestan bidomînin

    Piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bêrawestan bidomînin

    Xwediyên cafeyên li Pira Dehderî êrişî rojnameger Akyol kirin

    Xwediyên cafeyên li Pira Dehderî êrişî rojnameger Akyol kirin

    Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

    Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

    Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

    Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Mîkaîl Aslan albumeke nû: Masûmo Pak

Navenda Nûçeyan / AW

25 ADAR 2026 - 11:46
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Strana pêşî ya albuma Studyoyê ya 11emîn a hunermend Mîkaîl Aslan a “Masûmo Pak” a bi navê “Kamî rê” ango bi Kurmancî “Ji Kî Re”  di platformên dîjîtal de hate weşandin.

Strana ewil a albuma Studyoyê ya 11emîn a hunermend Mîkaîl Aslan a “Masûma Pak” a bi navê “Kamî rê” ango bi Kurmancî “Ji Kî Re” li ser platformên dîjîtal hate weşandin. Gotinên stranê yên Usênê Qeremanî (Mehmet Çetîn) ne û muzîk aydê Mikaîl Aslan û Olcay Bozkûrt e. Nivîsa ku helbestvan di serdema dawî ya jiyana xwe de nivîsandiye, balê dikişîne ser xatirxwestineke rasterast û hesta veqetandinê.

Di berhemê de wêneyên xwezayê yên weke ba, ewr, kevir, dara hişk û kenger derdikevin pêş; çîroka ku li ser van wêneyan hatiye avakirin, hesta tenêtî û bêwariyê di nava xwe de dihewîne.

Kişandina klîbê li Dêrsimê, herêma Lertîg û gundê Axdat ê Seyîd Riza û derdora wê hate kişandin. Ev erdnîgariya ku bi Seyîd Riza tê binavkirin, ji klîbê re dîmeneke diyarker pêşkeş dike. Klîba ku derhêneriya wê Veysel Kilinç kiriye, di şert û mercên zivistanê de hatiye kişandin. Ev hilbijartin yek ji hêmanên ku atmosfera berhemê xurt dike derdikeve pêş.

Hûrgiliyên derbarê temamê albumê hêj bi sînor in. Lê belê strana ewil a hate weşandin nîşan dide ku “Masûmo Pak” dê bi gelemperî li ser xeteke hêsantir û hestiyarî be.

Gotinên strana “Kamî rê” bi zaravayê Kirmanckî û Kurmancî bi vî rengî ye:

“Henî yo bawo, henî yo
Ez dêndarê nî vayî yo
Henî yo bawo, henî yo
Ez zê hewrê şîyayî yo

Ça fetêlîne ez, zê xêxê Qeremanî
Na dîna xerîbe de nîya xirabin
Bowa Xizirî bo juye vaco budela kam o, kam o?
Pîr û kal kam o, ma kam o no pîrbab?
Ma no zerrê mi ça nîya zaf deceno?
Kamî rê dêndar o ez na dîna de, kamî rê?

Ma ez bizanî ke cayê mi est o
Zê kemera şîyaye, zê ju dara huske
Na dîna gewre de ez bêmulxit
Ça bifetêlî zê hewrê şîyayî?

Henî yo bawo, henî yo
Ez zê paga kan o
Henî yo bawo, henî yo
Kengerê verê vayî yo

Henî yo bawo, henî yo ke êndî bes bo
No vengê mi êndî nîya mezirço
Zê dirbetinê budelayê Dêsimî, Dêsimî…
Xatir biwazo, bîcêro şêro zerya xo
Zê qesê qilancike bar kero şêro
Na dîna ra vengê mi vayî de zê hewrê şîyayî

Ma ez bizanî ke cayê mi est o
Zê kemera şîyaye, zê dara huske
Na dîna gewre de ez bêmulxit
Ça bifetêlî zê hewrê şîyayî?

Ji Kî re

Wisa ye bavo, wisa ye
Ez deyndarê vî bayî me
Wisa ye bavo, wisa ye
Ez wek ewrê reş im

Çawa difetilim wek dînê Qeremanî
Di vê dinya xerab de wisa xerab
Ji bo Xizirî bila yek bêje kî ye dîn, kî ye
Pîr û kal kî ye, ma kî ye ev kalemêr
Ma çima ev dilê min wisa zaf diêşe
Ez ji kê re deyndar im, ji kî re…

Min zanîba ku ciyê min heye
Wek kevirê reş, wek dara hişk
Di vê dinya gewr de ez bêxwedî
Çawa difetilim wek ewrê reş

Wisa ye bavo, wisa ye
Ez wek mala kevn im
Wisa ye bavo, wisa ye
Ez wek kavil im, kerenga ber bayê me

Wisa ye, wisa be êdî bes e
Ev dengê min êdî neyê ji jor de
Wek dînê birîndar ê Dêsimî
Xatir bixwaze, biçe tevî dilê xwe
Wek gotina qijakê bar ke here
Dengê min bi bayê re here wek ewrê reş”

 

 

Etîket: Masumo Pakmikail aslan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mîkaîl Aslan bi bernameyeke taybet dê 30 saliya hunera xwe pîroz bike

Mîkaîl Aslan bi bernameyeke taybet dê 30 saliya hunera xwe pîroz bike

23 NÎSAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

    Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Agiriyê dayîka Sema Yuce agirê Newrozê pê xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Fehîm Tosun ev 3 roj in li ser berfê tê sekinandin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê 18 kes hatin girtin: We çima şala kesk, sor û zer girê da?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di Newroza îsal de daxwaza mîsogeriya azadî û yekîtiyê hat kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amerîkayê 15 şertên xwe da ber Îranê lê Îranê îro jî êrişên Siûdî û Kuweytê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Polîsan li Sêrtê bi ser gelek malan de girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Heke niyeta we aştî be rê diyar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (992)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne