Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz ji sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bang li hikûmetê kir û xwest gavên şênber bavêjin. Sumeya Boz wiha got: “Ew jî zanin mifteya çareseriyê Îmrali ye, bang li Birêz Abdullah Ocalan kirin. Êdî gavên berbiçav bavêjin û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin.
Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn- Qamişloyê ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 20emîn de didome. Girse di saetên nîvro de kom bûn û daxuyanî dan. Girseyê beriya daxuyaniyê pêşmalkên spî yên “Rojava rûmeta me ye”, “Ji şer re na”, “Bîjî berxwedana Rojava” li xwe kirin. Di roja 20emîn a nobedê de ji Mûş û navçeyên wê gelek kesan serdana çalakgeran kir. Rêxistinên bajar û navçeyên DEM Partiyê ya Mûşê bi pankarta “Rojava rûmeta me ye” ketin qada çalakiyê û bi dirûşma “Bîjî berxwedana Rojava” piştgirî dan çalakiyê.
Hevserokê DEM Partiyê Mûşê Ahmet Tanriverdî bi silavkirina berxwedana Rojava dest bi axaftina xwe kir û got: “Berxwedana Rojava wê heta dawiyê bidome. Divê her kes bizane ku gelê Rojava ne bi tene ye. Bila gelê Rojava bizanibe ku ew ne bi tenê ne. Rojava rûmeta Rojhilata Navîn e.”
‘Divê gavên şênber bên avêtin’
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axivî û bal kişand ser girîngiya çapemeniya azad û got: “Kedkarên çapemeniya azad ên ku rastiyê ji hemû cîhanê re radigihînin, ji aliyê SÎHA’yên Tirkiyeyê ve tên qetilkirin. Lêgerîna heqîqetê ya Cîhan û Nazim bi dawî nebû, tê t^koşîm bidome. Dixwazin statû û nasnameya Kurd a li Rojava tune bikin. Çawa ku bi salan nekarîn me bi hîle û şerên qirêj teslîm bigirin, ji niha û pê ve jî wê nikaribin me bindest bikin. Yên ku li hemberî van çav û guhên xwe girtin hebûn. Ji ber ku dizanîbûn mifteya çareseriyê Îmralî ye, bang li Birêz Abdullah Ocalan kirin. Ew dizanin ku ev rê bêyî wî nayê meşandin. Heta ku pêvajoya diyalogê dest pê neke çareseriyeke mayînde pêk nayê. Ji ber vê yekê em banga xwe dubare dikin. Divê demildest tecrîd bê şikandin. Ji ber ku hîna tecrîd didome. Em nikarin bibêjin ku bêyî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan gav hatiye avêtin. Divê êdî gavên şênber bên avêtin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.”
Di daxuyaniyê de ji bo meşa sibe wê ji Parka Aştiyê ya Nisêbînê heta sînorê Qamişlo bê lidarxistin bangawazî hate kirin û hate gotin ku divê her kes piştgiriyê bide meşê.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.