Şaredariya Peyasê tovên berûyê yên ji deverên Çiyayê Mazî hatine berhevkirin û çandin, ku tev bûn şitil, dê li gundên girêdayî navçeyê dane.
Şaredariya Peyasê bi mebesta zêdekirina qadên şîn û daristanî xebatên xwe didomîne. Şaredarî di çarçoveya projeyê de li Çiyayê Mazî tovên darên berûyan kom kir, çand û tovên hatine çandin bûn şitil. Şaredarî 1000 şitlên hatine amadekirin dê li gundên derdorê yên navçeya Peyasê dane.
‘Avdanî naxwaze bi baranê şîn dibe’
Cîgirên şaredar, endamên meclisa şareariyê û endamên Komîteya Ekolojiyê li Çiyayê Mazî li Xana Axpar tovên darên berûyê kom kirin. Berûyên hatinbûn komkirin li serayan hatin çandin, tovên hatibûn çandin şitil dan. Gerînendetiya Park û Baxçeyan derbarê projeyê de daxuyanî da û wiha got: “Darên berûyê bi barana xwezayî şîn dibin, hewcedariya wan bi avdana zêde nîne û lênihêrîneke taybet jî naxwazin. Armanca me ew e ku em şînahiyê li herêmê zêde bikin. Ev înîsiyatîf hem ji bo parastina jîngehê û hem jî ji bo zêdekirina cihêrengiya biyolojîk a navçeyê pir girîng e.”


















