Dadgeha Cezayê Sûlhê biryara têkildarî kesên di çarçoveya lêpirsîna der heqê ÎBBê de hatine binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatine kirin aşkere dike. Heta niha 2 kes hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê Stenbolê der heqê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û 106 kesan de bi îdiayên “Rêveberiya rêxistinê”, “Endamtiya rêxistinê”, “îrtîkap”, “bertîl”, “sextekarî”, “bidestxistina daneyên şexsî ya derhiqûqî” û “hîle di îhaleyan de kiriye” û Îmamoglû, Cîgirê Sekreterê Giştî yê ÎBB’ê Mahîr Polat, Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan jî di nav de der heqê 7 kesan de jî bi hinceta “Lihevkirina Bajar” lêpirsîn dabû destpêkirin.
Karûbarên îfadegirtinê yên kesên behsa xeberê şevê din li Edliyeya Stenbolê a li Çaglayanê temam bûn. Di çarçoveya îdiaya “nelirêtî”yê de 5 kes bi îdiayên “Avakirin û rêvebirina rêxistina sûc”, “hîleya di îhaleyê de”, “bertîl”, “îrtîkap” û “agahiyên şexsî bidestxistine” bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê, ji bo 84 kesan jî bi îdiayên “endamtiya rêxistina sûc”, “bertîl” û “bertîldayin”ê daxwaza girtinê kir.
Karûbarên îfadegirtinê yên binçavkiriyan ên li dadgeriyê temam bûn. Heyeta dadgehê der heqê Serokê Ajansa Plankirinê ya Stenbolê Bugra Gokçe û Serdar Haydanli de biryara girtinê da.