Saziyên ziman bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi dirûşma “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” deklarasyonek eşkere kir û saziyan daxwaz kir ku zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê.
Saziyên ziman bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi diruşma “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” li eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civînek li dar xist û deklarasyonê eşkere kir. Endam û rêvebirên saziyên ziman, hevşaredarên navçeyên Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li civînê bûn. Daxuyanî bi zaravayê Kirmanckî û Kurmancî yên zimanê Kurdî hatin xwendin. Mamosteyê Zimanê Kurdî Rifat Ronî metna Kurmancî xwend, endama Komeleya Wêjekarên Kurd Stran Yaşar jî metna Kirmanckî xwend.

‘Mirov bi zimanê xwe dibe netew’
Rifat Ronî da zanîn ku ziman ji bo mirovan, gel û neteweyan rûmet, nasname û hebûn e û wiha got: “Di heman demê de ziman hêmanê bingehîn ê netewebûnê ye. Mirov bi zimanê xwe dibin mirov gel û civak bi zimanê xwe dibin netewe. Her wiha gel û civak bi rêzgirtina ji nirx û rûmetên hev re, dikarin hezkirin, xweşbînî û hestên xuşk û biratiyê di navbera xwe de ava bikin, bipêş bixin û bingeha aheng û pêkvejiyanê mayînde û mîsoger bikin, wekheviya zimanê dayikê jî, bi pirrengî, pirdengî pirçandî û pirzimaniyê saz bikin. Em, îro bi sedema bername û plansaziya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê hatinê cem hev. Bêguman dîrokçe û çîroka vê roja ku ji bo zimanên gel civakan ewqas girîng e heye. Ew jî, têkoşîna gelê Bengal ya ji bo zimanê xwe yê dayikê, ye, ku têkoşîn û kampanyaya çalakiyan a xwendekarên zanîngeha Dakkayê, di şikandina pergala yekparêz û yekzimanî de bûne hîmên bingehîn ên vê roja parastina çand û zimanên ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Ji ber vê jî, 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji aliyê Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (Unesco) yê ve hatiye webûlkirin û îlankirin.”
‘Gelê ji bo ziman û nasnameya xwe li ber xwe dide’
Rifat Ronî anî ziman ku di sedsala 21emîn de, hîn jî li gelek welatên cîhanê gel û netewe, weke gelê kurd ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşînê dimeşînin, berdêlên mezin didin û wiha axivî: “Gelê Kurd, zêdetirî sed salan e, li dijî pergala yekperest a ku li hemberî çand, ziman û nasnameya gelê kurd polîtîkayên înkar û tunekirinê dimeşîne, li ber xwe dide, daxwaza mafên xwe yên nasnameyî dike û bang li hemû gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dike ku têkoşîna xwe ya ji bo statu û mafên xwe yên zimanî xurttir bikin. Weke saziyên zimanê kurdî, bi hest, helwest û hişmendiya parastin, pêşvebirin û bilindkirina qîmet û rûmeta zimanê kurdî, bi daxwazên xwe yên Perwerdehiya bi zimanê dayîkê, em ê, bi şiara ‘Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî’ xebatên xwe yên Zimanê Kurdî, yên di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê de bimeşînin.”
Dê bi boneya 21ê Sibatê gelek çalakî bên lidarxistin
Rifat Ronî diyar kir ku ewê wek saziyên ziman dest bi gelek çalakiyan bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Emê bi panel, meş, daxuyanî, nîşandana lîstikên şanoyê, film û belgefîlman, nîşandana lîstikên şanoyê yên ji bo jinan û her wiha lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan, şevbuhêrkên dengbêjan, bernameyên îmzekirina pirtûkên ku ji aliyê nivîskarên kurd ve hatine nivîsandin, li cihên navendî danîna standên bi daxawaza perwerdehiya zimanê Kurdî, vekirina Parka Gulistana Zimanan, konserên pirzimanî, forum û belgedayînan, bi hevkariya saziyên ziman û çandê lidarxistina konserên pirzimanî, semînerên hişmendiya ziman ên ji bo malbatan, stand-up, bi pêşengiya Meclîsa Zaravayê Kirmanckî, ji bo pêşîlêgirtina wendabûna zaravayê Kirmanckî, ji Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (Unesco) û Wezîrê Perwerdehiyê re şandina nameyan, kar xebat û têkoşîna xwe ya zimanê dayîkê berdewam bikin.”
‘Heya zimanê Kurdî bibe zimanê fermî em ê têbikoşin’
Rifat Ronî destnîşan kir ku ew careke din diyar dikin heta zimanê Kurd di destûra bingehîn de were qebûlkirin ew ê têbikoşîn û got: “Zimanê Kurdî heya bi qanûna were mîsogerkirin, bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta Zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe parastin, pêşvebirin û mîsogerkirina çand, ziman û nasnameya kurdî, ku nirxên bingehîn ên neteweyî yên gelê kurd in, bi biryardarî bimeşînin û xurtir bikin. Ji niha ve 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li gelê me yê dildar û dilsozê zimanê Kurdî û hemû gelên bindest ên cîhanê, yên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar in pîroz be.”














