Nobeta nuner û rêveberên TJA, DBP û DEM Partiyê ya li ser Sînorê Nisêbîn Qamişloyê ku di nava rojê de dest pê kir didome. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan bang kir û got: “Kurdên li çar parçeyan yek in. Dilê Kurdên li çar parçeyan ji bo Rojava lêdide.
Bi sedan endam û rêveberên DBP, TJA, DEM Partiyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê û komên çekdar ên xwe dispêrin Tirkiyeyê li ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê çalakiya nobetê dan destpêkirin. Nobeta nûner û rêveberan a li ser sînor didome. Girseya ku li Qada Newrozê kom bûn heta sînor meşiyan û li sînorê Qamişlo Nisêbîne dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Bi sedan kesên li qada nobetê li hev civiyan, bi berzkirina dirûşman heta Deriyê Sînor ê Nisêbîn-Qamişlo meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmên dilsoziya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re berzkirin. Gel jî bi derketina pace û şaneşînên xwe piştgirî da meşê. Piştî meşê li cihê nêzî deriyê sînor daxuyanî dayîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku ew tevahiya rojê li ser xeta sînor nobedê digirin û got: “Biryara qedexeyê ya Walîtiya Mêrdînê ji bo me bê wate ye. Em biryara qedexeyê nas nakin. Tevî sînoran jî Kurdên li çar parçeyan dijîn yek in. Dilê Kurdên li çar parçeyan îro ji bo Rojava lêdide. Çeteyên dewleta Tirk êrîşî destkeftiyên gelê me yê li Rojava dikin. Nisêbîn ji bo me çi be Qamişlo jî heman tişt e. Efrîn ji bo me çi be Amed ji bo me heman tişt e. Heta êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi dawî bibin, em ê li ser sînorê Qamişlo li Nisêbînê çalakiya xwe bidomînin. Bi vê boneyê em bang li hemû gelê Kurdistanê û bi taybet gelê Nisêbîn û Mêrdînê dikin ku tevlî nobeda ku me li ser sînorê Qamişlo daye destpêkirin, bibin.”
Çalakiya nobedê wê sibe li deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo bidome.