Hevserokê PYDê yê Kantona Firatê Bozan Xelîl bi minasebeta 10emîn salvegera Rizgarkirina Kobanê diyar kir ku gel li Kobanê bi biryar û bawerî li ber xwe da û êrîşên DAIŞê şikand. Bozan Xelîn anî ziman ku her tim berxwedan bi ser ketiye û ji xeynî berxwedanê tu rêyên din ên serkeftinê tune ye.
Di ser rizgarkirina bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re 10 sal derbas bûn. 10 sal in Kobanê bi sembola berxwedana li dijî DAIŞê tê zanîn û nasîn. DAIŞê di 2014an de li Iraq û Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Di Çileya 2014an de Reqa û di Hezîrana 2014an de Mûsilê girt. DAIŞê piştre Kobanê kir hedef. Kobanê yek ji wan kantonan bû ku piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku di sala 2011an de dest pê kir, ji aliyê kurdan û dostên wan ve hat ragihandin. Êrişên DAIŞê yên di 14-15ê Îlona 2014an de li hemberî Kobanê hatin destpêkirin, 134 rojan dewam kirin. DAIŞ li vir rastî berxwedaneke mezin hat. Lê di dawiyê de têk çû. Bi hezaran ciwanên kurd û enternasyonalîst beşdarî pêngava rizgarkirina Kobanê bûn. Gelek ji wan di berxwedana dîrokî de jiyana xwe ji dest dan. Berxwedana dîrokî di 26ê Çileya 2015an de bi serketinê bi dawî bû. Kobanê di wê rojê de bi temamî hat rizgarkirin.
Endamên DAIŞê yên ku di vê pêvajoyê de hatin girtin, piştre li xwe mikur hatin û tiştên girîng gotin. Endamên DAIŞê destnîşan kirin ku wan li ser “daxwaza Tirkiyeyê” Kobanê hedef girtiye. 10 sal derbas bûn lê êrişên hewayî yên Tirkiyeyê li vir bi dawî nebûne. Tevî vê yekê jî xebatên avakirinê bê navber dewam dikin. Rêveberiya Xweser bajarê bi temamî wêranbûyî ji nû ve bi ruh û can kir û di gelek qadan de xebatên girîng meşandin.
Ruhê berxwedana Kobanê 10 sal in hêzê dide gelê cîhanê
Beriya êrîşên DAIŞê, li herêma kantona Firatê Rêveberiya Xweser hatibû îlankirin. Piştî şoreşa 19ê Tîrmehê bi têkoşîna gel hêzên Sûriyeyê xwe vekişand. Gel ji bo xwe biparêze û bi rêve bibe Rêveberiya Xweser îlan kiribû. Piştî Rêveberiya Xweser hat îlankirin, gel xwe bi rêve bir û parastina xwe kir. Komîteyên parastinê hatin avakirin. Sazî û dezgeh hatin avakirin. Li şûna saziyên dewletê saziyên gel hatin avakirin. Gelê Kobanê bi hemû pêkhateyan bi awayekî demokratîk xwe bi rêve dibir. Hemû pêkhateyan cihê xwe di nava rêveberiyê de cih digirt û xwedî biryar û vîn bûn. Di aliyê aborî û siyasî, parastina cewherî de sazî hatin avakirin. Gelê me gihiştibû asta ku xwe di her alî de bi rêve bibe. Ji bo parastina saziyan û rêveberiyê, hêza parastinê hatin avakirin.
Beriya DAIŞê jî Kobanê xistibûn dorpêçê
Beriya ku DAIŞ di 15ê Îlona 2024an de, dest bi êrişa li dijî Kobanê bike, hêzên wekî Artêşa Azad a Sûriyeyê (Ceyş El Hur) êrîşî Kobanê dikir. Wan bi alîkariya Tirkiyeyê nedixwest ku li Kobanê aramî hebe. Nedixwest gel azad bijî û rêveberiyek demokratîk hebe. Her tim xwest pergala Rêveberiya Xweser û azad hilweşîne. Artêşa Azad beriya DAIŞê bi gelek navên cuda êrîşî Kobanê kir û her tim xwest aramiya wê xera bike. Her tim Kobanê kir dorpêçê. Av û ceyran ji ser qut kirin û her tim xwestin Kobanê têxin tercîd û ambargoyê. Piştî van êrîşên komên cuda DAIŞê di 2014an de dest bi êrîşê kir. Beriya êrişên DAIŞê êrîşên çeteyên din hebûn. Gelek welatiyên Kobanê di êrîşên çeteyan de hatin kuştin. Piştî dorpêça Kobanê, vê carê DAIŞ derket holê û dest bi êrîşan kir.
Bi minasebeta 10emîn salvegera Rizgarkirina Kobanê Hevserokê PYDê yê herêma Kantona Firatê Bozan Xelîl beriya êrîşên DAIŞê, berxwedana gelê Kobanê û rewşa niha ji Ajansa Welat re nirxand. Bozan Xelîl anî ziman ku wan pişti şoreşa 19ê Tîrmehê pergala Kantonan ava kiribû û wiha got: “Beriya êrîşên DAIŞê kantona Cizîr, Efrîn, Kobanê hebûn. Di aliyê erdnîgarî de ev kanton bi hev ve ne girêdayî bû. Lê li gorî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gel xwe bi rêve dibir.”
Bi Kobanê xwestin tevahiya Rojhilatê Sûriyê dagir bikin
Bozan Xelîl li ser sedemên êrîşen DAIŞê yên li dijî Kobanê jî rawestiya û wiha got: “Çima DAIŞ êrîşî Kobanê kir. Em dikarin bibêjin sedem pir in. Di milê siyaset û jeopolît de sedem gelek in. Kobanî di gelek aliyan de pir bi nirx e. Dîsa ruhê berxwedanê di Kobanê de hebû. Li gorî strateji û teknîka wan ji bo karibin tevahiya Şerxê Sûriyeyê bixin destê xwe, diviya bû Kobanê têxin destê xwe. Dîsa em dikarin bibêjin DAIŞ fabrîqeyek navneteweyî bû. Bi destên hêzên navdewletî hatibû avakirin. Van hêzên navdewletî DAIŞ erkdar kiribûn ku vî karê wan bike. Bi taybetî hêzên ku nexwestin gelê kurd û gelên Rojavayê bibin xwedî destkeftî, bi destê DAIŞê êrîşî gelê kurd kirin. Şoreşa 19ê Tîrmehê li Kobanê dest pê kirin. Xwestin ruhê Şoreşa 19ê tîrmehê ku li Kobanê dest pê kir, li Kobanê winda bikin. Kesên piştgirî didan DAIŞê li wan ferz dikirin ku di serî de Kobanê dagir bikin. Piştî Ceyşê Iraqê (Artêşa Iraqê” ji Mûsilê vekişîya, di şevekê de Mûsil dagir kirin. Li vir hemû çek û cebilxaneyên dewletê xistin destê xwe. Xwe bêtir bi hêz kirin. Dewleta tirk jî piştgirî da wan. Bi vê hêzê êrîşî Kobanê kir. Piştî wê di 15ê Îlona 2014an de êrîşî Kobanê kirin. Li vir gelê me li ber xwe dan. Çekên ku di destê DAIŞê de giran bûn. Lê li dijî wan me bi çekên sivik şer dikir. Tevî çekên sivik di destê gelê me de hebû jî li dijî êrîşên DAIŞê heta dawî li ber xwe da. Di êrîşan de gelê Kobanê biryar girt ku tu gavan paşve nekişîne û li ser vê biryarê heta dawî li ber xwe da. Heta dawî liberxwe da. Di encama berxwedanê de serkeftin pêş ket û DAIŞ li vir şikest.
Banga Rêberê Gelê Kurd hêz ta berxwedanê
Bozan Xelîl da zanîn ku piştî biryara berxwedanê hat Stendin û piştî ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan biryara seferberî îlan kir ku dê Kobanê nekeve, berxwedan kurd bû û wiha axivîe: “Bi banga Rêberê Gelê Kurd berxwedan xurt bû. Wê demê Erdogan got ‘Kobanê ket ha dê bikeve’. Li dijî vê yekê berxwedan bêtir geş bû. Tevî hemû êrîşên giran, li tevahiya Kurdistanê seferberî hat destpêkirin. Her kes beşdarî biryara “Dê Kobanê nekeve” bûn. Her kes seferber bûn. Berxwedana Kobanê û Pirsûsê hêz dan hev û nehişt Kobanê bikeve. Piştî berxwedanê sînorê ku bi peymana Skys Pîcot Kurdistan parçe kiribû, ji bo demekê rûxiya û hat rakirin. Bi dehan û bi sedan gelê me yê Bakur beşdarî vê berxwedana dîrokî bûn. Vê tevlêbûna moral û hêzek pir mezin da şervanan. Gotin xwediyê me hene û pişta me heye. Helwesta gelê çar parçeyê Kurdistanê bû sedem ku Kobanê nekeve. Bi taybetî berxwedana gelê Bakur hêjayî hurmetê ye. Dema berxwedana Kobanê tê gotin, divê mirov bibêje ‘Berxwedana Pirsûs û Kobanê’ Ev berxwedanek bi hev re bû. Berxwedana li ser sînor û nobeta li ser sînor cihê hurmet û rêzdariyê ye. Para gel di serkeftina Kobanê de gelek e.
Koalîsyonê DAIŞ ji bo xwe talûke dît
Bozan Xelîl li ser beşdariya Komîsyonê jî rawestiya û wiha got: “Piştî ku dîtin hêzên me bi ruhê fedaî û bi hêz tev digerin, bi taybetî piştî berxwedana şervanan a li ser ruyê erdê dîtin, helwesta xwe ya li dijî DAIŞê guhertin. Piştî dîtin ku xwedî biryar in û paşve xwe nakişînin, li ser vî esasî koalîsyonê biryar girt û hêza xwe û hêza me kir yek. Ya duyemîn jî dîtin ku DAIŞ ji bo wan jî xetere û talûke ye, xwestin rê lipêşiya wê bigirin. Dîtin ku bajarê wekî Mûsilê li ber xwe neda, lê Kobanê li ber xwe dide. Dîtin ku keç û xortên kurd paşve gavan neavêjin. Koalîsyonê dît ku DAIŞ hêzek xwefiroş û metirsîdar e. Nêzî 50-60 dewlet beşdarî koalîsyonê bûn û xwestin rê li pêşiya vê hêza tarî bigirin.”
Bajar hat rûxandin, lê ruhê berxwedanê hêz da gel
Bozan Xelîl li ser bandora şer a li ser gel jî rawestiya û ev tişt anî ziman: “Şer tiştekî pir xerab e. Milê xwe yê erênî û neyînî hebû. Di şer de bajar hat rûxandin. Di aliyê fizikî û derûnî de bandorek neyînî hebû. Bandorek neyînî li ser gel çêkir. Bi taybetî di aliyê aborî de zerarek mezin çêbû. Lê piştî Kobanê bi ser ket, ev berxwedana gel di cîhanê de hat dîtin. Hemû welatên cîhanê ev berxwedan ji nêzîk ve şopand. Piştî Kobanê bû sembola berxwedana sedsala 21an, bandorek pir mezin li moralê gel kir. Biryara berxwedanê û serkeftina Kobanê hêzeke mezin da gel. Piştî serkeftinê gel sazî, dezgeh û rêveberiyên xwe ji nûve avakir. Moral û hevîyek mezin derket holê. Piştî Kobanê di cîhanê de bû navenda berxwedanê, hêzek mezin da gel. Li aliyê din koçberî û zerara madî pêk hat. Lê ew hurê berxwedanê heta niha jî li ber xwe dide.”
Kobanê xeta berxwedan û azadiyê temsîl dike
Bozan Xelîl li ser bandora Berxwedanê ya li ser gelê kurd û cîhanê rawestiya û wiha berdewam kir: “Gelê kurd bi vê berxwedanê li tevahiya cîhanê hat naskirin. Hemû gelên cîhanê berxwedana Kurdan dît. Ruhê berxwedanê dît. Ev deyndarê ruhê berxwedanê ye. Bû mîrateya berxwedana gelan. Dema Kobanê tê gotin, berxwedana gelan tê hişê mirovan. Kobanê bû mulkê hemû gelên cîhanê. Hemû kesên aştî, azadî, demokrasî û delatê dixwazin li vir li ber xwe dan. Kobanê xeta berxwedan, azadî, aştî, edalet û demokrasî temsîl kir. Li vir xeta jina azad û têkoşer li cîhanê hat naskirin. Her kesî dît ku tenê mêr li ber xwe nadin. Dîtin ku jin jî şer dike û li ber xwe didin. Di şerê Kobanê de xeta berxwedan û azadiya jin li cîhanê deng veda. Dema em dibêjin Şoreşa 19ê Tîrmehê û berxwedana Kobanê, di heman demê de şoreşa jinê û berxwedana jinê ye. ev bi serkeftina jina azad pêk hat. Bi sedan jin bi ruhê berxwedanê gihiştin şehadete. Hemû bûn sembola xeta jina azad. Vê berxwedana jinan bandor li tevahiya cîhanê kir. Dîtin ku rol û rista jinan çiye çawa dikarin li ber xwe bidin. Dîtin ku çawa dikarin azad bijîn û bifikirin. Ev li Kobanê ket meriyetê û li cîhanê belav bû. Ev zelal bû.”
Av û ceyranê ji ser gel qut dikin
Bozan Xelîl li ser pergala Neteweya Demokratîk jî rawestiya û wiha dirêj kir: “Ji Rizgarkirina Kobanê heta niha gelê me xwe bi Paradîgmaya Neteweya demokratîk bi rêve dibe. Hemû pêkhate cihê xwe di vê rêveberiya Xweseriya Demokratik de cih digirin. Ji roja ku Rêveberiya Xweser xwe îlan kiriye heta niha xwe bi rêve dibe. Niha dîsa rewş şer heye. Yên şer pêş dixin, naxwazin gel destkeftiyên xwe biparêzin. Ez niha li pêş çirayê diaxivim. Kareba tune ye. Av niha tune ye. Em zor û zahmetiyên avê dijîn. Li aliyekî berxwedan heye û şervanên me di çeperên şer de li ber xwe didin. Xeta berxwedanê dîrokî ya Kobanê îro dîsa xwe dubare dike. Li aliyê din av, ceyran tune. Li gel vê yekê gel biryara berxwedanê stendine. Gel naxwaze dîsa cih û warên xwe terk bike û naxwazin dîsa koçber bibin. Gel dixwaze li ser axa xwe, ava xwe û welatê xwe bijî. Sivîlên me ji bo vê yekê xwe feda dikin û dixwazin destkeftiyên biparêzin. Yek ji van destkeftiyan Bendava Tişrînê ye. Kareba û ava me ji vir tê. Li vir ji xeynî berxwedanê rêyên din li pêş me tune ye. Li hemberî van êrîşan Masa Krizê hatiye avakirin. Ew li ser rola xwe xebatan dikin. Li gorî derfetan hewl didin alternatifan ava bikin. Xebatên me ji bo çareseriyê ye.”
Dixwazin ruhê berxwedanê bişkînin
Bozan Xelîl li ser sedemên êrîşên niha ku li dijî Kobanê berdewam dikin jî rawestiya û wiha pêde çû: “Dixwazin wî ruhê berxwedanê bişkînin. Dixwazin wî ruhê DAIŞê ku li Kobanê şikestiye ji nûve zindî bikin. Yên ku biryara êrîşan dide Dewleta Tirk û hikûmeta AKPê ye. Rejîma Sûriyê hat rûxandin û hikûmetek nû ava bû. Divê şer bê rawastandin. Lê yên naxwazin aramî li Sûriyê pêş bikeve van êrîşan dubare dikin. Dixwazin Kobanê bişkînin. Li ser Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê êrîşan zêde dikin û dixwazin Kobanê dorpêç bikin û bifetisînin. Lê li dijî van êrîşan û dorpêçê şerê rûmetê tê meşandin. Şerê hebûn û tunebûnê tê meşandin. Kobanê ji bo wan cihekî stratejik e. Dixwazin wî rûhî bişkînin. Dixwazin xeta Cerablûs, Girê Sipî û Serêkaniyê bikin yek. Lê Kobanê li pêş wan asteng e.”
Xebatên dîplomasiyê didomin
Bozan Xelîl dazanîn ku di milê siyasî û dîplomasiyê de hevalên wan dixebitin û wiha axivî: “Em hevî dikin ku ev şer bi dawî bibe. Di şeran de yên bi ser dikevin û bindikevin tune ye. Dewleta Tirk çeteyên xwe difirşin bikar tîne. Hewldanên me yên siyasî û dîplomasî heta dawî ji bo aştî û çareseriya demokratîk e. Aştî çandek e. Bi zor û zahmet tê avakirin. Xebat û hewldanên me yên dîplomasiyê didomin. Gihiştiye astek baş e. Ev êrîşên ku li ser axa me pêk tê, li dijî mafên mirovan e. Şerekî qirêj û ne rewa pêş dikeve. Ji bo hemû cîhan rastiya vî şerî nas bike xebat tên kirin. Destê gelê me û rêveberiya me ji aştiyê re vekirî ye. Em dibêjin xwişk û biratiya gelan. Siyaseta me li ser aştiyê ye. Parastina tê kirin parastina rewa ye. Li dijî înkar û îmhayê ye.”
Gel şerê şoreşgerî pêş dixe
Bozan Xelîl herî dawî bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Tişrînê û Kobanê û wiha bi dawî kir: ” Parastinek heye. Di êrîşan de gel dikin hedef. Bi balafiran li depoyên genim dixin. Binesaziyan dikin hedef. Çavkaniyên xwarin û vexwarinê dikin hedef. Zarok, rojnamegeran dikin hedef. Sewalên me dikin hedef. Zurweta şerekî qirêj heye. Li dijî vî şerî mirov nikare li mala xwe rûnê. Gelê me li dijiî vî şerî dê liberxwe bide. Armanca vî şerî gel bitirsîne û koçber bike. Dema berxwedanê hatiye. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Gelê me tev hatiye asta berxwedanê. Gelê me rêbaza şerê şoreşgerî pêş dixe. Hebûna xwe diparêze. Şerê rûmetê ye. Şerê hebûn û tunebûnê ye. Li Bendava Tişrînê bi dehan gelê me şehîd bûn. Êrîşî bedena Bendava Tişrînê dikin. Li cihê herî talûke dixin. Piştî Reşîma Sûriyê hat rûxandin heta niha zêdeyî 400 kes şehîd bûn. Çete raste rast gel dikin hedef. Ji xeynî berxwedanê tu rê tune. Em bi sîngê tazî destkeftiyên xwe diparêzin. Delîla vê yekê jî şehîdên li Bendava Tişrînê ye. Kesên behsa mafan dikin li dijî van kuştinan bêdeng in. Tişta li herêma me tê kirin sûcê şer e. Belgeyên vê yekê jî heye. Em ê li axa xwe, şehîdên xwe û destkeftiyên vî gelî xwedî derkevin. Hedefa me ya serkeftin e, ya serkeftin e.”