Wan– Jinên ku li kargehên di berikan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê vekirine de dixebitin, çanda berikan zindî digirin û gotin: “Em naxwazin ev çand winda bibe û em hewl didin çanda berikan bigihije nifşên nû û divê kargehên wiha zêdetir bin.”
Di çêkirina berikan de ji pêvejoya çêkirinê wêdetir tiştên mirov dikare li ser bisekine hene. Li Mezopotamyayê, bi rêbazên xwezayî reng hatine çêkirin. Ji bo boyaxkirinê kesên heremê rengên xwe bi xwe çekirine. Ji nebatên li heremê şîn dibin her cure reng derxistine û bi kar anîne. Ev cure nebat li her cihî şîn nabin. Reh, pel, fêkî û qalikên fêkiyan bo rengan bikar anîne. Li ser li hev hatina rengan pir sekinîne, li gor lihevhatina xwezayê reng anîne bahev û wisa bikar anîne. Di heman demê de di berikan de sîmetrî-asîmetrî, şikil, kompozîsyon, têkiliya fonê û nîgarê û meseleya nerm û hişkayê dane ber çav. Ji vir dema mirov bigire dest dê derkeve holê ku estetîk ji xwe re kirine xem.
Di berikên kurdan de rêza kompozîsyonê wisa ye; li lêven xebatê av heye yan jî bi gotinek dî çarçove heye du re çarçoveya duyemîn tê çêkirin û teşe di nava xanatê de di cihê herî hêsan tê dîtin de tê bicihkirin. Fon carinan bi teşeyê ve bi hev re carinan jî tenê li piştê cihê xwe digire. Derbasiyên nîgaran bi nexşên biçûk yan jî bi rengên navbera her du rengan ve nerm kirine û wisa domandine. Simetrî di berikan de cihekî taybet digire. Di nava nexşan de û bicihkirina di tevahiya berhemê de ev tê şîrovekirin. Di aliyek berikê de çi hebe di aliyên din de jî ew tişt hatiye bicihkirin. Berê nexşan ne ber bi cihekî ve ye, ji her çar aliyên berhemê ve heman nexş berê xwe dide mirov. Mînak dema çukek çêkiribin berê wê dane aliyê rastê, çepê, jêr û jor.
Di berik û mehfurên kurdan de beriya bandora misilmantiyê nexşên asîmetrîk pir kêm in. Kurdan bawerî bi Zerdeşt anîne û bandora dualîzmê li ser heye. Di nexşên li ser berikan de jî ev heye. Li ser baş û xirab, tarîtî û ronahî, bihevrabûna her du aliyan û şerê wan xebitîne. Di heman demê de çûk, tav dayik pîroz dîtine. Mar di mîtolojî û çirokên wan de pir hene. Wekî gelek gelan Kurd jî li ser dara jiyanê xebitîne. Gelek mijarên ku di çanda kurdan de hene, ji aliyê dîtbariyê ve bi awayê herî ewle bi nîgarên berikan ve gihiştine roja me û ji bo me bûne pira dîrokê.
Bi rêya nexşkirina berikan ji bo mîtolojî û baweriyên Kurdan yên kevneşopiyê, berik bûne pira dîrokê. Çend mînakên li ser bawerî û mîtolojiya kurdan ên ku li ser berikan nexş kirine wiha ne.
TAV: Kurd xwe zarokên tavê û agir bi nav dikin. Li ser tav û agir gelek mîtolojî, kevneşopî û baweriyên wan hêj jî dijîn. Mînak Kurdên Êzidî û Elewî li gor baweriya xwe hêj jî berê xwe didin tavê û dûayên xwe dikin. Bingeha ronahiyê bi tavê bi nav dikin. Agir versiyona rojê ya li ser rûyê erdê ye. Ji ber vê agir pîroz tê ditîn. Ji bona vê yekê jî di berikên Kurdan de nexşên tavê pir tên dîtin û tên nexşkirin.
*MAK: Xwedawend li ser berikên Kurdan semboleke girîng e. Di çanda Kurdan de çanda matrîyarkal (maderşahî) heye û di berikan de jî li ser nexşan xwe dide pêş. Nexşê makê (dayîk) bi awayên cuda cuda hatine nexşkirin. Ev nexşe hinek ji wan sêgoşe hin caran jî bi nexşên tevlihev yên dişibin jinan xwe di berikan de nîşan didin.
*ŞAHMARAN: Gelek çand ji mar bi bandor bûne û li ser mar mîtolojî afirandine. Mîtolojiya Şahmaran di çanda Kurdan de cihekî taybet û li gor gelên din cudahiyên erênî di nava xwe de dihewîne. Di çanda gelên din de mar û jin weke metaforên neyînî tên bikar anîn lê di mîtolojiya Kurdan de erênî girtine dest, bi gotin û bi nexşkirinê gihandine heya roja îroyîn.
Bi rêyan reveberiyên xwecihî niha kargehên kilîman tên vekirin û aktîfkirin. Da ku ev çanda bi nirx winda nebe û bigihije nifşên nû. Bi rêya wan kargehan me jî xwe gihand jinên vê çandê didomînin. Yek ji wan kargehan li Taxa Suphanê ya girêdayê navçeya Artemêtê ya Wanê ye ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê vekiriye. Jinên di kargehê de hilberînê dikin ji ajansa me re axivîn.
‘Her motîfekê nav û çîrokeke xwe heye’
Musteşe Boz anî ziman ku çêkirina berik û nexşan ji dayika xwe hînbûye. Musteşe Boz bi bîr xist ku dayika wê ji ber ku ev çand neyê ji bîr kirin hînî wê kiriye û wiha got. “Em naxwazin ev çand winda bibe û em hewl didin çanda berikan bigihêje nifşên nû û divê kargehên wiha zêdetir bin. Çêkirina berikan zor û zehmet e lê dema mirov tevni çêdike, mirov ji kul û derdên xwe dûr dikeve. Hevaltî û xebata hevpar ji bo me dibe moral û coşeke mezin. Em bi lez û bez karên xwe yên li malê diqedînin ku zûtir em werin kargehê. Em ewilî li gor motîfê yek bi yek bendên xwe rêz dikin û motîfa xwe li ser berikan bi cih dikin. Her motîfekê nav û çîrokeke xwe heye mînak hergesker, gezneger, gulsarya, luleper, çilgul, gulşivan navên hinek nexşanin. Jina bi navê Gulsarya ev nexşe afirandiye û navê xwe lêkiriye. Gulşivan jî jina ku ji şivan hez kiriye ji bo şivan nexşek afirandiye û navê wê kiriye gulşivan. Nexşeyê gulşivan dişibe kepeneyî.”
‘Ev çanda digihije nifşên nû’
Xezal Koklu da zanîn ku 15 sal in ev kargeh vebûye û tê kargehê berikan çêdike. Xezal Koklu anî ziman ku çiqas dema wê hebe tê kargehê û wiha got: “Ji ber ku dema têm kargehê bêhna min derdikeve û wiha axivî: “Ez ji jintî û xwesiya xwe hînî vî karî bûm. Ji ber ku ez li xerîbiyê bûm zû de min berik çênekiribûn û min gelek nexş ji bîr kiribûn. Piştî ku ez hatim kargehê ez nexşên nû hîn bûm û yên min jibîrkiribûn jî hatin bîra min û niha çêdikim. Bi vê derfeta hatiye avakirin re ev çand e digihije nifşên nû. Heya niha me kedeke mezin dida lê ev keda me vala diçû, piştî rêveberiyên xwecihî ketin destên me em nirxên keda xwe distînin û ev jî me motîve dike, em zêdetir dixwazin vî karî bikin û bi pêş ve bibin.”
‘Çîroka gulşivanê dayika min ji min re gotiye’
Nesîba Dalkan jî bi lêv kir ku çêkirina berikan ji dayîk û xwesiya xwe hînbûye. Nesîba Dalkan got ku dema dayika wê berik çêdikirin ew jî li cem dayika xwe rûdinişt û hînî wê dikir û wiha got: “Wê demê wan bi xwe hirî diristin û her tiştekî wan bi xwe çedikir. Niha li vê derê her tişt amade ye, em tenê dihûnin. Ez ev 10-15 sal in li vir kar dikim. Me kedeke mezin dida lê nirxa keda xwe me nedigirt. Lê niha em nirxê keda xwe digirin. Zor û zehmetiyên çêkirina berikan hene lê keyfa me bi çêkirina wan tê û hevaltiya vir pir xweş e. Em li vir bi hevre dixwin,vedixwin, henekan dikin û behna me dertê. Navê vê nexşa ku ez çêdikim gulhezare ji ber ku çiqilên wê zêde ne, navê vê nexşê gulhezar e. Navê nexşan ji mamosteya kargehê hîn bûm. Nexşên canbezar, gulçîn, gulsarya, heftçêken em li vir çêdikin. Çêkirina berikan gelek dem digire û mirov çiqas dest sivik be jî çêkirina berikan herî kêm du mehan didome. Em dixwazin li vir derfetên me berfirehtir bin û em nexşên nû hîn bibin. Çîroka gulşivanê dayika min ji min re gotiye û dibêjin ku jinekê ji şivan hez kiriye û destûr nedane bizewicin, ji ber hesreta şivan berikek çêkiriye û nexşek afirandiye. Navê wê nexşê gulşivane û berikê jî hesreta dilê wê sivik kiriye.”