Enqere – Meşa Tevgera Jinên Azad di roja 7emîn de gihişt Enqereyê û tev li civîna koma DEM Partiyê ya Meclisê bûn. Dema jin ketin Meclisê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” berz kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş dan destpêkirin. Cihê ku meşvan jê derbas dibin bi çoş tên pêşwazîkirin. Di roja 7emîn de meş gihişt Enqereyê. Jin li Guvenparkê kom bûn û li vê derê daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê jin bo tev li civîna koma DEM Partiyê bibin ber bi Meclisê ve ketin rê.
Jinên TJAyî dema ketin li Meclisê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Mafê Hêviyê Mafê Gelan e”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.