Wan – Dengbêj Meryem Tuncer tevî gelek astengiyan jî dengbêjiyê wek miraza xwe dibîne û dibêje divê jin pirtir dengbêjiyê bikin. Meryem Tuncer got ku dengbêjiya ku jin dikin, weke dertbêjiyê pênase kir û dixwaze mêr pêşiya jinan negirin ku bibin dengbêj.
Li Kurdistanê çanda dengbêjiyê di nava civakê de gelek cihekî girîng digire. Hêj di çaxê mîr û began de li her qesrekê, li her gundekê dengbêj hebûne û di parastina çand û dîroka Kurdan de roleke girîng dilîze. Her wiha gelek dengbêjên jin jî derketine, lêbelê ji ber zextên malbatê û hişmendiya mêrperwer nekarîne xwe pêş ve bibin. Di nava pergala feodal a malabatan de gelek kêm dengê jinê derketiye û her ku derketî jî deng vedaye. Yek ji wan jinan Dengbêj Meryem Tuncer e ku niha li Wanê dijî û hewl dide çanda dengbêjiyê biparêze.
Di temenê zarokatiyê de tê zewicandin
Dengbêj Meryem Tuncer ku li gundê Mezrayê ya navçeya Elkê ya Şirnexê ji dayik bûye, di 14 saliya xwe de bi pismamê xwe re dizewice. Meryem Tuncer beriya ku bizewice di wê hişmendiya zewacê de nebûye. Wê kesê ku pêre zewicî weke birayê bavê xwe dibîne û wekî zarokekê diçe mala mamê xwe. Ji ber hê di temenê zarokatiyê de zewicî ye, derûniya wê xera dibe. Her çiqas ew hatibe zewicandin jî lê meraq û bala wê li ser zarokatiya wê, hevalên wê û xwişk û birayên wê ye û gelek zehmetiyan dikişîne.

Koçberiya bi darê zorê: Ji gundê Karçanê heta Mersînê
Meryem piştî zewacê bi koçberiya darê zorê re rû bi rû dimîne. Leşkerên dewletê çûne gundê wan ê bi navê Karçanê û ji wan re gotiye, “Yan hûnê bibin cerdevan, yan jî hûnê gund biterikînin.” Wan jî cerdevanî qebûl nekir û neçar man ku ji gund derbikevin. 18 rojan li Cizîrê li mala xizmekê xwe dimînin. Wê demê Seddam çekên kîmyewî li dijî Kurdên Başûr bi kar anîbû û ji wir jî gelek koçber hatibûn aliyê Cizîrê. Dû re dîsa neçar man ku pîr û kal, biçûk û mezin hemû bi hev re bar bikin biçin Mêrsînê. Gelek koçberên Başûrî jî bi wan re çûn Mêrsînê û hinek ji van koçberan jî çûn Amedê.
Mala bavê wê yê li gundê Mezrayê çûn Edenê, mala wan jî ango mala hevjînê wê jî çûye Mersînê. Wan li Mêrsînê karê înşeatê kir. Zarokê ewil yê Meryemê li Mêrsînê hate dinê. Dengbêj Meryemê di wan rojan de wiha ji xwe re dibêje: “Ez difikirîm ku ez ê vî zarokî çawa xwedî bikim? Ne cihê min heye, ne warê min heye, ne jî zimanê (Tirkî) min heye. Ez ji zozanan hatim Mêrsînê. Mêrsîn germ bû.”
Meryemê di sala 1988an de ku bi malbata xwe re li Mêrsînê bicih dibe, piştî 5 salan di sala 1993yan de ji Mêrsînê vedigere bajarê Wanê û li vir bicih dibe.
Miraza wê dengbêjî bû
Eşqa dengbêjiya her di dilê wê de hebû û miraza wê her dengbêjî bû. Mirov evqas derd bikişîne ma çawa nebe dengbêj. Wî çaxî di radyoyê de Eyşe Şan, Meryem Xan derdiketin, wê guhê xwe dida wan. Lê belê derfeteke wê wisa tune bû ku kilaman bibêje. Ne tenê ya wê, ya tu kesî tune bû. Xalê dayika wê hebû, jê re digotin dengbêj Salih. Meryemê ji dayika xwe re got: “Dayê, ez qurbanê te me, were em biçin mala xalê Salih û li kilamên wî guhdarî bikin.” Dayika wê jî bersiv da û got: “Metrekê berf hatiye, çawa em ê biçin li guhdariya kilaman.” Dema Meryem diçû mala xalê xwe Salih û guhdariya wî dikir, weke nexweşekî ku dermanê wê kilamên dengbêjiyê ne, kêfa wê dihat.
‘Jinên Kurd dertbêj in mêrên Kurd jî dengbêj in’
Dengbêj Meryem li ser dengbêjiyê wiha dibêje: “Dibêjin dengbêjî dertbêjî ye; wê çaxê jina Kurd dertbêj e, mêrê Kurd jî dengbêj e. Dengbêjî ji jinê hatiye, jinê dengbêjî kiriye, mêran jî jê girtiye. Lê mixabin pêşiya jinan hatiye birîn û girtin. Heta vê gavê jî zextên li ser dengbêjên jin didomin û nahêlin jin bi rehetî dengbêjiyê bikin. Ji bo çi? Zilam naxwazin jinên welatê wan derkevin pêş.” Di nava malbata Meryemê de ewilî xwişka wê tev li refên PKKê dibe û piştre dayika wê jî di nava siyasetê de cih digire. Ew bi xwe jî dengbêjiyê dike.
‘Dengbêjî nasnameya me ye’
Dengbêj Gazîn ku rehmet kiriye, li Wanê Komeleya Jinên Dengbêj vekiribû û ji bo bernameyekê gazî dengbêj Meryemê dike ku tev li bernameyê bibe. Meryemê ji ber gotinên ku dê malbat û cînar lê bikin, tev li bernameyê bibe nebe dudilî dimîne. Lê li ser israrê ew diçe tev li bernameyê dibe. Wê çaxê dayika Meryemê ya di nava siyasetê de cih digirt, hatibû girtin û di zindanê de bû. Meryemê jî kilameke dengbêjiyê li ser dayika xwe got û dema xelas kir, guhdar rabûn ser pêyan û bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ û bi lêdana çepikan Meryemê pîroz kirin.
Malbat ji ber ku tev li bernameyê bûye û kilam gotiye çend gotinên nexweş ji Meryemê re dibêjin, lê belê Meryem guh nade van gotinan û wiha behsa dengbêjiyê dike: “Dengbêjî nasnameya Kurdan e, divê pêşiya jinan bê vekirin, bila bihelin jin bibin dengbej. Tu hêz nikare netewe, çand, cil û berg û zimanê min ji min bistîne. Dengbêjî hebûna me ye. Dengbêjî ne şerme, ne eyb e, ne guneh e. Dengbêjî derdê me ye. Ev hêzar sal e serpêhatiyên Kurdan, bi saya dengbêjiyê hatiye, bi qelem û defterê nehatiye nivîsandin.”








