ÎHD û TÎHVê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de, çalakiya bi sernavê “Jin behsa aştiyê dikin” li dar xist. Jinan diyar kirin ku ji bo aştiyê dê têkoşîna wan bidome.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) di çarçoveya hefteya mafên mirovan de bi şîara “Jin behsa aştiyê dikin” çalakiyek li dar xist. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Jinên Azadîxwaz, Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER) û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî li Salona Civînê ya Şaxa ÎHDê ya Stenbolê Emîl Galîp Sandalci ya navçeya Beyoglû pêk hat. Li salonê pankarta “Jin behsa aştiyê dikin” daliqandin.
Jinan li vir gotin: “Niha em jin dibêjin; Ji bo ku em van binpêkirinên di nava jiyana xwe de ji holê rakin û rastiya ku em tê de dijîn veguherînin hawîrdora aştiyê, me her tim bi kefen û hêviyên xwe yên spî mafê aştiyê parast. Îro weke jin me pêwîstî dît ku em behsa derdorên şer bikin û di vê pêvajoya siyasî de di warê mafên mirovan de çi helwestê nîşan bidin. Û ez di wê baweriyê de me ku ya ku vê hewcedariyê diyar dike ev hewldana me ye ku bi salan e bi ked û îradeyeke awarte didomînin. Ez vê hewldanê pîroz dikim û dizanim ku dînamîkên pêşerojê di vê hewldanê de ne.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi nîqaşan dewam kir.