Komîsyona Jinan ên Şaxên ÎHDê yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê têkildarî tundiya li ser jinan daxuyanî dan çapemeniyê. Komîsyonên Jinan destnîşan kirin ku şertê pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan vegera Peymana Stenbolê ye û bang li rayedarên Tirkiyeyê kir Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi awayekî hemwext li hemû şaxên xwe yên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê têkildarî tundiya li ser jinan daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî bi îmzeya Komîsyona Jinan a Navendî ya ÎHDê û bi serenavê “Malbata mêrsalar jinan dikuje” hate dayîn.
Amed

Yek ji şaxên ÎHDê ku daxuyanî lê hate dayîn Amed bû. Endam û rêveberên ÎHDê tev li daxuyaniyê bûn. Di destpêka daxuyaniyê de rêvebera ÎHDa Amedê Sûzan Mehmetoglu bi Kurmancî axivî û piştre daxuyaniya bi Tirkî xwend.
‘Em dê li dijî tundiya jina bisekinin’
Sûzan Mehmetoglû anî ziman ku bi minasebeta 8ê Adarê weke Komîsyona Jinan a ÎHDê li hemû şaxên komeleya xwe li dijî tundiya li ser jinan daxuyanî didin û wiha got: “Tevî ku Wezareta Malbatê ragihand ku wan sala 2025an wekî ‘Sala Malbatê’ qebûl kiriye, mixabin em dibînin ku di vê salê de tundiya li ser jinan gihiştiye asta herî jor û jin bêtir hatine qetilkirin. Em jî wekî jinên Komeleya Mafên Mirovan, ji bo em li dijî vê tundî û qetilkirina jinan bisekinin, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bangewaziya me ji bo raya giştî û îradeya siyasî ew e ku daxwazên me werin qebûlkirin. Em çalakiyên xwe li dar dixin û em niha jî çalakiya xwe didin destpêkirin.” Sûzan Mehmetoglû pişt re metna daxuyaniyê ya bi Tirkî xwend.
Êlih

Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê têkildarî tundî û qetlîamên jinan û nebicihanîna “Peymana Stenbolê” li pêşiya avahiya Midûriyeta Xizmeta Civakî û Malbatî ya Êlihê daxuyanî da çapemeneyê. Di daxuyaniyê de gelek rêbever û endamên ÎHDê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha pankarta “Binyada Malbata Mêrsalar Jinan Dikuje” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ya hevpar û bi Tirkî ji aliyê Hevseroka ÎHD a Êlihê Melek Atalay ve hate xwendin.
Sêrt

Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê jî têkildarî tundî û qetlîamên jinan û nebicihanîna “Peymana Stenbolê” li pêşiya avahiya Midûriyeta Xizmeta Civakî û Malbatî ya Sêrtê daxuyanî da çapemeneyê. Di daxuyaniyê de gelek rêbever û endamên ÎHDê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Sêrtê, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredara Sêrtê Safiye Alagaş, rêveberên KESKê, rêveberên DÎSKê, endam û rêveberên DEM Partiyê û DBPê yên Sêrtê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha pankarta “Binyada malbata mêrsalar jinan dikuje! Pêdiviya me ne bi sala malbatê, bi Peymana Stenbolê heye” hate hilgirtin. Metna daxuyaniya hevpar jî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD a Sêrtê Zozan Akdogan Nas ve hate xwendin.
Wan

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya xwe ya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniye de pankarta “Tundi ne qedera jinê ye, Jin bi mafên xwe jin e” hat vekirin. Endamên ÎHDê û parêzer tev li daxuyani bûn. Metna daxuyaniyê endama ÎHDê Elîf Gemîcîoglû Yavîç xwend.
Stenbol

Li Stenbolê jî jinan bi pêşengiya Komîsyona Jinan a ÎHDa Stenbolê li pêşiya avahiya Gerînendetiya Malbat û Xizmeta Civakê daxuyanî da. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Seroka ÎHDê ya Stenbolê Jiyan Tosûnê ve hat xwendin.
Îzmîr

Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê jî bi heman daxwaz û armancê li ber Midûriyeta Bajêr a Xizmetên Malbat û Civakî ya Îzmîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Binyada malbata mêrsalar jinan dikuje! Pêdiviya me ne bi sala malbatê, bi Peymana Stenbolê heye” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê parêzer Nazli Tûranê ve hat xwendin.
‘Jin ne di ewlehiyê de ne’
Nazlı Tûran bal kişand ku hefteya borî di rojekê de 6 jin hatine qetilkirin û diyar kir ku tevî vê yekê, îradeya siyasî ya ku Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibe, mijara wekheviya zayenda civakî bi temamî ji rojeva xwe derxistiye.
Daxuyaniya ÎHDê ya hevpar wiha ye:
Beriya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, wek parêzvanên mafên mirovan ên jin, me xwest ku li hemû şaxên Komeleya Mafên Mirovan çalakiyeke hevpar pêk bînin û daxuyaniyeke hişyariyê bidin rayagiştî û û îradeya siyasî. Em dixwazin ku ev daxuyanî ji bo nirxandina daxwazên me yên li ser tundiya li dijî jinan wekî bangeke xurt were qebûlkirin. Wekî ku tê zanîn, feraseta mêrsalar, mîlîter û feodal li erdnîgariya me zêde bûye. Di encama vê ferasetê de, tundiya li dijî jinan bi awayekî sîstematîk û berfireh e. Hema bêje em her roj bi nûçeyên kuştina jinan dest bi rojê dikin. Heta hefteya borî di nava rojekê de 6 jin hatin kuştin. Li aliyê din îradeya siyasî ya ku Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibe, pirsgirêka wekheviya zayendî bi temamî ji rojevê derxistiye. Tuniya li dijî jinan bi pratîkên cuda rewa dibe. Em jin ne di ewlehiyê de ne. Ewlehiya me ya jiyanê tune ye.
Metna herî berfireh a navneteweyî ya li ser tundiya li dijî jinan heta niha Peymana Konseya Ewropayê ye ku wekî Peymana Stenbolê tê zanîn. Ev peyman di encama têkoşîna jinan a li erdnîgariya me de hatiye amadekirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser serlêdana Nahîde Opuzê ku dayika wê ji aliyê hevjînê wê ve hat kuştin û ew bi xwe jî bi giranî birîndar bû, Tirkiye bi hinceta ku li dijî tundiya li ser jinan tedbîrên pêwîst negirtiye mehkûm kir. Piştî vê biryarê, Konseya Ewropayê bang li dewletên endam kir ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan peymaneke berfireh amade bikin. Di vê pêvajoyê de Peymana Stenbolê amade bû.
Peyman di 11ê Gulana 2011an de li Stenbolê ji îmzekirinê re hate vekirin û îmzeya yekem jî Komara Tirkiyeyê avêt. Peyman ji dewletên peyman îmzekirî re dibeje ku pêşî li tundiya li ser jinan bigirin; li ser bingeha serdestiya mêran a li ser jinan, cudakarî û têkiliyên hêzê yên newekhev ên dîrokî qebûl bike û li dijî vê yekê polîtîkayên berfireh pêş bixe. Ji bo rakirina hemû cûreyên cudakariya li dijî jinan û bidawîkirina tundiyê di hemû qadên jiyanê de berpirsyariyên şênber li ser milê dewletan ferz dike. Her wiha peywîra pêxistina polîtîkayên hesas ên zayendî, kordîneyî û totalîter diyar kir.
Lêbelê, peyman di dema ku di meriyetê de bû jî bi awayekî baş nehat bicihanîn. Wek jin, me her tim rexneyên xwe yên li ser vê yekê anîn ziman. Tevî vê yekê, peymanê hem hêza hiqûqî û hem jî manewî ji jinan re peyda kir û qada me ya têkoşînê berfireh kir. Mixabin, di 20ê Adara 2021an de, biryara vekişîna ji peymanê bi yek îmzeyê hate girtin. Lêbelê, peyman piştî ku ji hêla parlamentoyê ve hate pejirandin ket meriyetê. Tevî vê yekê, ew bi biryara Serokkomariyê hate betalkirin. Hemû îtîrazên hatin kirin bêencam man. Vê biryara vekişînê derbarê tundiya li dijî jinan de ‘têgihiştina meşrûtiyetê’ ya xeternak afirand; vê rewşê bi zêdebûna kuştina jinan re xwe bi awayekî şênber nîşan da.
Dane bi awayekî zelal li holê ne:
* Di sala 2021an de 280 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û 217 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
* Di sala 2022yan de 334 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û 245 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
* Di sala 2023yan de 315 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û 248 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
* Di sala 2024an de 394 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û 259 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
* Di sala 2025an de 294 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û 297 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
Dema ku li nasnameya kujeran dinêrin, rêjeya herî mezin a kujeran mêrên ku bi wan re zewicî ne. Di rêza duyemîn de partnerên berê û di rêza sêyemîn de xizmên wan hene. Ev wêne bi zelalî nîşan dide ku binyata malbatê ya mêrsalar û feodal jinan dikuje. Em weke parêzvanên mafên mirovan ên jin careke din bi bîr dixin ku şertê pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan vegera Peymana Stenbolê ye. Dirûşma ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ ne dirûşmeke pûç û vala ye. Ev peyman mekanîzmayeke pêşîlêgirtina tundiyê ya navnetewî ye ku bi keda jinan ji bo têkoşîna li dijî zîhniyeta serdestiya mêr hatiye amadekirin. Em bang li kesên ku Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibin dikin ku vegerin ser îradeya ku di 11ê Gulana 2011an de û Peymana Stenbolê ji nû ve îmze bikin. Divê neyê jibîrkirin ku tundiya li dijî jinan polîtîk e. Zimanê dewletê her çiqas hişk, cudakar be tunjî jî ewqas zêde dibe. Em jin li aliyê jiyanê ne. Peymana Stenbolê dide jiyîn. Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin.”












