• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Jinan li dijî êrişan keziyên rizgarbûna xwe honandin’

Wan/ AW

25 SIBAT 2026 - 11:30
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Dîba Keskîn derbarê wateya 8ê Adarê û têkoşîna jinan de axivî û wiha got: “Jin hêj jî tililiya xelasbûnê venedan lê belê li dijî êrişan, keziyên xelasbûna xwe honandin.”

 

Li eyaleta New Yorkê ya Amerîkayê di sala 1857an de karkerên fabrîkaya tekstîlê yên ji bo mafên xwe ketin grevê û polîsan êrişî çalakvanan kirin. Polîsan çalakvan di hindirê fabrîkayê de kilîtkirin û şewatek biguman di fabrîkayê de derket. Di encama şewatê de piraniya wan jin 129 karker jiyana xwe ji dest dan. Ev roj di dîroka têkoşîna karker û jinan de bû sembolek û ji sala 1910an ve ev roj weke “Roja Jinan a Cîhanê” tê pîrozkirin.

Tililîya 8ê Adarê û hişmendiya bi hezar salan

Sekretera Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskînê di çarçoveya 8ê Adarê de axivî. Dîba Keskîn gotineke Kurdan a “şîn û şahî bi hev re ye” bi bîr xist û wiha got: “ Gotineke me Kurdan heye, dibêjin Tililiya 8 Adarê derketina ji wê şînê ye. Lê me hîn ew berxwedan û têkoşîn negihandiye lûtkeya herî bilind. Me tililiya xelasbûnê hêj nedaye. Jin gihişte wê asta ku tililiyan dide û hemû gerdûnê bi xwe dihesîne. Ji bo dewletên Ewropayê tê gotin ku di qada mafê mirovan û her wiha di mafê jinan de pêş ketine. Lê hêj jî li Ewropayê di navbera jin û mêran de hewsengiyek nîne. Mînak hêj jî mûçeye mêran ji ya jinan zêdetir e. Hêj jî di giştî cihanê de sermayê, siyaset û rêverberî di destê mêran de ye. Ji ber wan sedeman wê hêj gelek tililî bên avêtin. Em nû pê dihesin ku jin çawa ji aliyê pergalê ve paş ve hatiye xitsin. Jinên Kurd tililiyan didin û rast e êriş û tundiya li ser hebûn, hiş û bedena jinê berdewam e, lê jinan keziyên xelasbûna ji van êrişan, honandine.”

‘Jinên Kurd divê zaningehên bilind biqedin in’

Dîba Keskînê destnîşan kir ku li cîhanê çend navendên biryargirtinê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma bi teybetî jinên Kurd divê zaningehên bilind biqedinin. Di cihên stratejîk ên mîna civaknasî, oldarî de cîh bigirin. Heya ku em jin li van deran cîh negirin, wê kuştin, binpekirin, tinehesibandin her tim bibe para me. Ji bo vê jî pêwiste jin xwendinên bilind bikin, bibin pispor, bibin xwedî gotin. Dema jinek bi vê rêyê serkeft û destê çar jinên din girt wê ev çar jin, li şûna hezar jinan xebatê bikin. Her wiha teknolojiyê ji her alî ve jiyana ciwanan dorpêç kiriye. Tiştên ku berî 20-30 salan bav û kalên me di medreseyan de xwe digihandin û dixwendin, îro di bin 2 tiliyên ciwanan de ne. Ev pêşkêtin wisa bêqîmet nîne. Heke ciwan vê pêşketinê ji bo xelaskirina xwe û welatê xwe bikin armanc, wê encamên baş bi dest bixin.”

‘Em ji bo mafên jinan qanûnan dixwazin’

Di dawiya axaftina xwe de Dîba Keskîn da zanîn ku ew ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê demokratîkbûnê dixwazin û wiha berdewam kir: “Em ji bo rawestandina kuştina jinan û ji bo jinek karibe bêyî destûra mêr, bav an jî bira zanîngehê bixwîne. Em dixwazin hemû mafên jinan bi guherîna destûr û qanûnan werin pêkanîn. Hêj gelek maye ku di navbera jin û mêran de hevsengiyek çêbibe. Divê ew maf, alîkarî û piştgiriya jinan bê dayîn ku hevsengî û yekitiyaya di navbera  jin û mêr de çêbibe. Ji bo pêk hatina vê hevsengiyê jî helbet dem pêwîst e. Lê belê ev ji aliyê vê desthilatdariyê ve çênabe. Divê em xwe birêxistin bikin. Minak, dayikên me di komisyonê de nekarîn bi zimanê xwe biaxivin. Divê em ji bo ku careke din dayikên me nekevine wê rewşê tiştekî bikin. Îro di tariqatan de bi hezaran keçên me yên 7-8  salî bi peçeyan tê pêçandin. Divê jin bibin hilberiner ku ne girêdayî dewletê, ne jî mêran be û bi keda destê xwe bikaribe bijî. Jinên me piştî asta seretayî naçin zaningehan, diçin bajarekî din dibin karkerên demsalî. Divê em ji bo van hemû mijaran yek û yek xebatan bimeşinin.”

 

Etîket: 8ê AdareDîba KeskînSekretera Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jin li Heskîfê meşiyan: Em 8ê Adarê bi ruhê yekîtiya neteweyî pêşwazî dikin

Jin li Heskîfê meşiyan: Em 8ê Adarê bi ruhê yekîtiya neteweyî pêşwazî dikin

24 SIBAT 2026
‘Em ê hem 8ê Adarê hem jî têkoşîna jinê bi rêxistin bikin’

‘Em ê hem 8ê Adarê hem jî têkoşîna jinê bi rêxistin bikin’

24 SIBAT 2026
TJAyê li Bedlîsê bernameya 8ê Adarê da destpêkirin

TJAyê li Bedlîsê bernameya 8ê Adarê da destpêkirin

23 SIBAT 2026
Jinan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Têkoşîna jinan bendan nas nake

Jinan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Têkoşîna jinan bendan nas nake

23 SIBAT 2026
Li Perperikê û Xalxalokê 21ê Sibatê hat pîrozkirin

TJA: Armanca me temamkirina aştî û civaka demokratîk e

23 SIBAT 2026
Çalakiyên 8ê Adarê: Em jin jiyaneke azad dixwazin

Çalakiyên 8ê Adarê: Em jin jiyaneke azad dixwazin

22 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 26 rêxistin û saziyan banga parastina statûya YPJê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Dengbêj Memedê Panîyê: Kilamên Şer, Mêrxasî û Evîndariyê vedibêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Jinan li dijî êrişan keziyên rizgarbûna xwe honandin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di dîplomasiya Kurd de serdemek nû: Piştî Munîhê li PEyê rojev Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (908)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne