Li bajaroka Deştadarê jinan li dijî qirkirina xwezayê berû çandin.
Li bajaroka Deştadarê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Eedamên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredara bajaroka Deştadarê Halîme Îlçîn û gelek jinên ji bajaroka Deştadarê di çarçoveya xebatên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li dijî qirkirina xwezayê berû çandin.
Jinên ku li ber avahiya DEM Partiyê kom bûn, heya Çiyayê Spî meşiyan û li vir destpêkê berû dan hev. Piştî berhevkirina berûyan jinan bi tevr û bêran erd kola û berû çandin.
Jinan bi qasî 500 heb berû çandin û du re diruşmên, ‘jin jiyan azadî’ û ‘Xweza jiyan e, jiyanê nekuje’ berz kirin.


















