Şaredariya Tuşbayê ya Wanê bi armanca ku keda jinan bi axê re bîne cem hev û hilberîna çandiniyê geş bike xebatên xwe didomîne. Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendehiya Xizmetên Çandiniyê yên şaredariyê li seraya Şaredariya Rêya Armûşê, bi hezaran tovên zebzeyan reşandin axê.
Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendehiya Xizmetên Çandiniyê yên şaredariyê li seraya Şaredariya Rêya Armûşê, bi hezaran tovên zebzeyan reşandin axê. Hevşaredara Tuşbayê Xanim Akkoş, endamên meclisa jinan û jinên kedkar beşdarî çalakiyê bûn. Armanc ew e ku şitilên zebzeyan ên li gorî avhewaya herêmê bên mezin kirin. Beşek ji şitilên ku bên gihandin dê li bostanên ser bi Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan bên çandin, beşek jî dê li jinên ku baxçe an jî bostanên wan hene bên belavkirin.
Jin dê di hilberînê de roleke çalaktir pêk bînin
Hevşaredara Tuşbayê Xanim Akkoş a ku li serayê axivî, diyar kir ku armanca projeyê ew e ku jin bi awayekî çalaktir tevli hilberînê bibin. Xanim Akkoşê bal kişand ser rola jinê ya hilberînê ya dîrokî û got: “Em îro ne tenê tovên zebzeyan, bîreweriya jinê ya bi hezaran salan jî ji nû ve diçînin. Ev xebata ku bi piştevaniya şaredariyên Rêya Armûşê û Tuşbayê pêk hat nîşaneya berbiçav a têgihîştina me ya şaredariya ekolojik e.”
Jiyana Ekolojîk pêkan e
Akkoş qala bandorên pergala qapîtalîst ên li ser xweza û kedê jî kir û wiha pê de çû: “Di dirêjahiya dîrokê de ya ku tov parastiye, ax çandiye û jiyan afirandiye jin e. Lê mixabin modernîteya qapîtalîst ax kiriye meta, jin ji hilberînê qut kiriye û xweza talan kiriye. Em bi çandiniya bi destê jinê, nîşan didin ku jiyaneke ekolojîk pêkan e. Ev şitilên ku em îro diçînin, dê sibehê di destê jinan de li taxên me mezin bibin.”














